Bajarê Bedlîsê ku tê gotin li her gund, bajarok û navçeyên wê goreke komî heye, herwisa qala 300 gorên komî tên kirin.
Li Bajarê Bedlîsê ku her tim bi gorên komî tê rojevê gorek din derkete holê. Di navbera gundênSixê Şêna Duxana yên Bedlîsê de gorek komî ya nû derket holê. Şahidên bûyerê diyar kirin ku 33 endamên PKK'ê bi komî di gorê de hatine definkirin. Şahidê bûyerê ku nexwest navê xwe bide, der barê gora komî de serî li Nûnertiya Komeleya Mafên Mirovan a Bedlîsê da. Piştî şahidê gora komî serî li Nûnertiya ÎHD'ê ya Bedlîsê da, Nûnerê ÎHD'a Bedlîsê Hasan Ceylan agahî da û anî ziman ku li gorî agahiyên şahid, 33 endramên PKK'ê ku di navde fermandarên herêma Serhed û Xerzan jî di navde di sala 1993'an de li herêmê civîn pêk anîne. Piştî civinê cerdevanê gund agahî girtiye û li Fermandariya Cendirmeyan gilî kiriye. Dema 33 endamên PKK'ê ku di navbera gundê Sixê û Şêna Duxana de li qada daristanê civîn pêk anîne, cerdevan û leşkeran li dijî 33 kesan operasyon pêk aniye û di operasyonê de jiyana xwe ji dest dan.

'Çekên kîmyewî bikar anîn'

Nûnerê ÎHD'ê Ceylan, da zanîn ku şahidê bûyerê di serlêdane de anî ziman ku leşkeran di operasyonê de li dijî 33 endamên PKK'ê çekên kimyewî bikar anîye û wiha axivî: "Li gorî şahid, di roja civîna 33 endamên PKK'ê li ser îxbarê bi beşdariya helîkopteran operasyonê pêk tînin û çekên kîmyewî bikar tînin. Şahid, anî ziman ku piştî helîkopterê çekên kîmyevî avêt qada civînê 33 endamên PKK'ê jiyana xwe ji dest dan. Şahid, da zanîn ku leşkeran piştî operasyonê cenazyên PKK'îyan li cihê bûyerê bi komî definkirin. Şahid, piştî serî li komeleyê da cihê gora komî nîşanî mind da. Niha ji ber ewlehiyê em nikarin biçin qada gora komî. Li ser serlêdanê ji bo gor bê vekirin em dê serlêdanên fermî bikin."


SALÎH SERTKAL - DÎHA-BEDLÎS