
Tevgera Goran, ji bo çareseriya bûyerên ku li Başûrê Kurdistanê diqewimin, pêşniyarên xwe eşkere kir û xwest, Barzanî û alîkarê wî îstifa bikin û hikumet betal bibe.
Rêveberiya Tevgera Goran, piştî civîna xwe ya duh a li ser êrîşên li Kerkûkê û herêmên din, biryarên wergirtî ji raya giştî re eşkere kir. Tevgera Goran xwest ku li Başûrê Kurdistanê sîstema serokatiyê bê rakirin û di dewsa wê de sîstema parlamenteriyê hebe. Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hecî daxuyanî da û biryar daxwazên ku di civînê de derketin holê anî ziman.
Şoreş Hecî, daxwazên Tevgera Goran weha rêz kir:
* Meşrûiyeta Serokê Herêma Kurdistanê û Alîkarê wî nema ye û divê îstifa bikin.
* Divê qanûna Serokatiyê ya Herêma Kurdistanê bê betalkirin, Serokatiya Herêmê bê rakirin û li şûna wê sîstema parlamenteriyê bê bicihanîn.
* Pêwîste Desteya Wezîran a 8. a Hikumeta Herêma Kurdistanê bê betalkirin. Hikumeta Rizgariya Neteweyî bê avakirin, bi hikumeta federal re diyalog dest pê bike û amadekarî ji hilbijartinan re bê kirin.
* Ji bo gelê me ji rewşa xetere bê rizgarkirin, divê parlamen li hev bicive. Rewatiya Konseya Bilind a Kurdistanê nemaye.
* Divê hikumeta federal êrîşên xwe yên li ser bajar û navçeyên Kurdistanê bisekinîne. Ji bo tazmînat ji mirovên li Xurmato, Kerkûk, Xaneqîn, Gulala, Şengal, Şêxan, Zumar, Mexmûr û herêmên din bê dayin, heyetek were avakirin.
* Diyaloga di navbera hikumeta Herêma Kurdistanê û hikumeta federal de, divê li ser bingeha Destûra Bingehîn û statuya Herêma Kurdistanê bê kirin.
ANF/SILÊMANÎ