Partî Demokratî Kurdistan (PDK) û Yekitî Niştimanî Kurdistan (YNK) piştî civîna pêr li ser vekirina parlamenta Başûrê Kurdistanê li hev kirin. Li gorî li hevkirina PDK û YNK parlamento bi serokatiya Dr. Yûsif Mihemed bê vekirin, lê di rûniştina duyemîn de serokekî nû ji bo parlamentê were hilbijartin. Tevgera Goran jî doh ji bo ku mijarê gotûbêj bike civiya û lihevkirina PDK û YNK qaebul nekir û got „Pirsgirêka sereke ya li pêşiya ne aktîvkirina parlamentoyê, ne gûhertina serokê parlementoyê ye. Pirsgirêka bingehîn bi dawîbûna erkê serokatiya herêmê ye.“ Komeleya Îslamiya Kurdistanê jî ragihand ku pêşniyara YNK û PDK’ê red dike. 

Civîna PDK-YNK’ê

Heyeta YNK’ê ku ji Cîgirê Yekemîn ê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Kosret Resûl Elî, Endamê Desteya Rêveber a YNK’ê Mele Bextiyar û Endamê Polîtboruya Siyasî ya YNK’ê Sedî Ehmet Pîre pêk dihat, bi heyeta PDK’ê ya bi Serokatiya Nêçirvan Barzanî re pêr li Hewlêrê rûnişt. YNK’ê têkildarî hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya YNK’ê ya li ser hevdîtinê

Di daxuyaniya YNK’ê de wiha hate gotin: “Di encama nîqaşa navbera berpirsyaran a li ser pirsgirêkên niştimanî û Kurdîtiyê de, hin fikrên hevbeş ên dîrokî derketin holê. Ya herî girîng aktîfkirina parlamentê û vekirina wê bi destê serokê fermî yê parlamentê ye.”

Serokekî nû wê were hilbijartin

Endamê Polîtburo ya YNK’ê Sadî Ehmed jî doh civîneke çapemeniyê lidar xist û got: “Biryar hatiye dayin di rûniştina destpêkê ya parlamentê de Dr. Yûsif Mihemed serokatiyê bike, lê di rûniştina duyemîn de serokekî nû were hilbijartin.”

Goran helwêsta xwe eşkere kir

Tevgera Goran doh ji bo ku mijarê gotûbêj bike civiya. Piştî civinê Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hecî diyar kir ji bo çareserkirina krîza aborî û siyasî ya li Başûrê Kurdistanê pêwîst e parlamento ji aliyê serokê parlamento û dîwanê ve were vekirin.

Pirsgirêka bingehîn serokatiya herêmê ye

Hecî têkildarî aktîvkirina parlamentoyê wiha peyivî: “Pirsgirêka sereke ya li pêşiya ne aktîvkirina parlamentoyê, ne gûhertina serokê parlementoyê ye. Pirsgirêka bingehîn bi dawîbûna erkê serokatiya herêmê ye, lê tevî vê jî hê erka serokatiyê didomîne ye.”

Hecî diyar kir ku heta ku parlamento di aliyê malî û îdarî de guhertin çênebe û sistema rêveberiyê neyê guhertin wê qebûl nekin ku parlamento were aktîvkirin.

Komeleya Îslamî jî nerazî ye

Berdevkê Komeleya Îslamiya Kurdistanê Rêbwar Hemed doh helwesta partiya xwe ya derbarê projeya YNK û PDK’ê de ya ji bo aktîf kirina parlamentoyê bi daxuyaniya çapemeniyê eşkere kir.

Rêbwar Hemed got: “Li gorî me divê parlamento bi destê serokatiya niha were aktîf kirin, kar, bername û kombûnên xwe berdewam bike. Bila em hemû bi hevre ji bo çareseriya pirsgirêkên din gav biavêjin. Li ser her tiştî re başkirina rewşa gelê Herêma Kurdistanê merce.”

Ev du sal in parlemento girtî ye

Li Başûrê Kurdistanê pêwîst bû di 20’ê Tebaxa 2015’an de hilbijartinên serokatiya herêmê pêk bihata lê ji ber ku çênebû, di nava partiyên Başûrê Kurdistanê de weke serê krîzan tê binavkirin. Pîştî 12’ê Cotmeha 2015’an ketina serokê parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Yûsif Mihemed ya Hewlêr ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hat qastengkirin şûnde xebatên parlamentoyê hatibûn rawestandin. PDK’ê piştre 5 wezîrên Tevgera Goran yên dinava hikûmetê de ji peywîrê girtibû. 


 NAVENDA NÛÇEYAN