Parlamentera Tevgera Goran Gulistan Seîd jî xwest kesên hatîn binçavkirin werin berdan.

Parlamentera Parlamentoya Herêma Kurdistanê Gulistan Seîd nerazîbuna xwe li dijî kesên hatîn binçavkirin anî ziman û got: “Aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê beriya hilbijartinê, diruşmeyên aramiyê ji xelkê re digotin. Lê em niha dibînin azadiya fikir tê sînordar kirin. Di dema berê de her kesê dikarî bi azadî çalakiyan bike. Ev yek bi taybet li Silêmaniyê dihat kirin. Lê niha ev azadî her diçe ji nav diçe, nimûneya vê jî binçavkirinên li Parka Azadî ne.

Ev binpêkirinek ya li dijî azadiyê ye û nayê pejirandin. Ev azadî bi xwîna hezaran şehîd hatiye peyda kirin, lê îro tê asteng kirin.”

Sakîne sembol e

Gulistan ji bo Sakîne Cansiz jî wiha axivî: “Sakîne Cansiz yek ji jinên herî berxwedêr bû. Sakîne ne li zindanê ne jî ji derve ti carî serî li ber faşîzmê ne daniye. Ne tenê sembola jinên Kurde, sembola hemû jinên cîhanê ye. Ji bo vê pêwîste hemû jinên Kurd bizanin çawa li hemberî dijmin têkoşînê bikin.”

Herî dawî parlamentera Parlamentoya Herêma Kurdistanê Gulistan Seîd got: “Bi bîranîna komkujiya şehîdên Parîsê gelek girîng e. Ez daxwaz dikim ku kesên hatîn binçavkirin werin berdan û dest bi karên xwe bikin. Asayîş jî dev ji zordariyê berde.”

 

SILÊMANÎ