Serhad, anî ziman ku di navbera salên 1992-99'an de li herêmê gelek pevçûn pêk hatin û wiha got: "Serdemekî gelek bi pirsgirêk bû. Bi taybet sala 1999'an gelek bi pirsgirêk derbas bû gelek hevalên min jiyana xwe ji dest dan. Hevalên me yên bi saxî jî hatin girtin dihatin înfazkirin û li cenazeyên wan îşkence dihate kirin. Bi sedan hevalên min di gorên komî de hatin veşartin. Me şahidîniya cenazeyên hevalên xwe yên li ser riyan ji gel re dihatin nişandin kir."
'70 cenaze hatin rêzkirin'
Serhad, da zanîn ku di sala 1997'an de di pevçûnekê de 70 endamên PKK'ê jiyana xwe ji dest dan û cenazeyên wan hatin teşhîrkirin û hêj ev gora komî ya 70 kesan nehatiye qeydkirin û wiha axivî: "Heke şaş neyê bîra min, ez bêjim dawiya sala 1997'an bû. Di pevçûnekê de gelek hevalên me şehîd ketin. Pişt re li gorî agahiyên me bi dest xistin nêzî 70 cenazeyan li ser riya bejayî ya Bedlîs û Amedê li ber Qereqola Dogana an jî Dogancikê hatin rêzkirin. Wê demê wesayît bi konvoyan derbas dibun. Wesayîtên hatin bi saetan li ber qereqolê hatin sekinandin. Cenazeyên hevalên me ji wan re didan temaşekirin. Em aqubeta 70 cenazeyên hevalên xwe nezanîn. Dibe ku nêzî qereqolê hatibin definkirin. Heke şaş neyê bîra min ew heval di yekîneya heval Akîf de bûn. Di îdîanameyê de hewokekî wisa heye. Yanî dozger û dadgeh behsa 78 cenazeyên di meha adara sala 1997'an de dike û vê yekê qebûl dikin. Lê ev 78 cenaze li ku ne? Qeydek û agahiyekî wisa tuneye. Wê demê gorekî komî ya hevalên me yên di maha adara 1997'an de jiyana xwe ji dest dan heye. Heke ew serdem bên lêkolînkirin dê gelek tişt derbikevin holê."
'Bi çekên kîmyevî qetil kirin'
Serhad, diyar kir ku di sala 1997'an de di pevçûna li Geliyê Şêx Ciman a li sêgoşeya Bedlîs-Motkî-Hawelê de çekên kîmyevî hatin bikaranîn û di şikeftekê de 17 endamên PKK'ê bi çekên kîmyevî hatin qetilkirin û wiha got: "Li herêmê şikeftek hebû û di dema pevçûnê e hevalên me bi çekên kîmyevî di şikeftê de hatin qetilkirin. Cenazeyên hevalan di şikeftê de wisa man. Me ji cih ranekirin. Navên gelek ji wan hêj di bîran min de ne. Divê hêj cenaze li wir bin."
Li gorî agahiyên Serhad dayîn, navên 17 endamên ARGK'ê yên di şikefta li herêma Geliyê Şêx Ciman de yên tên zanîn wisa ne: "Kemal Afrîn (Ji bajarê Efrînê yê Rojava), Şoreş Mardîn (Ji Mêrdînê ye), Firat Garzan (Ji navçeya Hezo ya Êlihê ye), Kendal, Aysel, Mizgîn (Kîso), Rûken, Şînda an jî Jînda, Hogir (Ji Rihayê ye û tê gotin xizmê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e)"
DÎHA/BEDLÎS