
Gever
Li Geverê jî MEYADER û PHD'ê bi tevlîbûna hezaran welatiyan çûn goristanên Bajêrge û Ormanê û gorên endamên PKK û HPG'iyan ziyaret kirin. Hevşaredarên Geverê Ruken Yetîşkîn û Tacettîn Sefalî, Meclîsa Dayîkên Aştiyê, malbatên endamên PKK û HPG'iyên jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran welatî tevlî bernameyê bûn. Malbata Endama PKK'ê Fatma Savaş (Mizgîn) a ku di sala 1994'an de jiyana xwe ji dest da ji Idîrê hat û gor ziyaret kir. Piştî rêzgirtinê Nûnerê MEYADER'ê yê Geverê Cengîz Orta axaftinek kir kir û wiha got: "Dema şehîdên me canê xwe dan ji me yekîtî xwestin."
Bedlîs
MEYADER'a Bedlîsê bi minasebeta Cejna Remezanê bi girseyî "Şehîdgeha Xerzanê" ya li gundê Olekê ya Bedlîsê ye ziyaret kir. Hevserokên HDP û PHD'ê yên bajar û hemû navçeyan, hevşaredar û gelek welatî tevlî bernameyê bûn. Piştî rêzgirtinê Nûnerê MEYADER'ê yê Bedlîsê Nîhat Karababa axivî û wiha got: "Di cejnê de çavên dayîkên me li derî ne û xemgîn in. Em dizanin ku ew di riyeke bi rûmet de şehîd ketin û divê em xwedî li têkoşîna wan derbikevin."
Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê jî bi heman armancê gorên endamên PKK û HPG'iyan ên li taxa Koçkiran hatin ziyaretkirin û goristana nû hatiye sererastkirin vekirina wê hate kirin. Welatiyên li ber Navenda Çanda Ciwanan a Serhatê hatin cem hev û di nav de Hevşaredara Bazîdê Rohat Ozbay, rêveberên PHD, HDP'ê û gelek rêveberên din heyî ber bi goristanê ve meşiyan. Merasîma vekirinê bi kurdeleya ji aliyê dayîkên HPG'iyan ve hate birîn dest pê kir. Piştî rêzgirtinê derbarê wateya rojê de axaftin hatin kirin.
Cizîr
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî bi heman armancê bi hezaran welatiyan a endamên PKK û HPG'iyan ziyaret kirin. Welatiyên piştî nimêja cejnê hatin cem hev ji taxa Cudî ber bi Kolana Nusaybînê ve meşiyan û rê ji trafîkê re girtin. Di meşê de slogana "Şehîd namirin" berz kirin. Li goristanê piştî rêzgirtinê welatiyan qurnefîl danîn ser gorên PKK û HPG'iyên. Rêveberê MEYADER'ê yê Cizîrê Mela Kasim Yîgît balkişand ser êrîşên li Rojava û cejna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Rojava pîroz kir. Li navçeya Silopiyê jî serê sibê de bi hezaran welatiyên li ber avahiya PHD'ê ya li taxa Cûdiyê kom bûyîn ber bi goristana li taxa Yenîşehîrê ve meşiyan û cejna cangoriyan pîroz kirin.
Rêrecûk
Welatiyên 20 rojin li gundê Zareta yê navçeya Berêcûkê ya Rihayê serê sibê cejna Remezanê pîroz kirin. Serokê PHD'ê yê Rihayê Celaleddîn Erkmen diyar kir ku li ser axa Rojava hovîtî didome. Li navçeya Elkê ya Şirnexê jî gelek welatî serê sibê nimêja cejnê li "Şehîdgeha Şehîd Kurtay Feraşîn" a li Çiyayê Kato kirin. Şaredarê Elkê Nurettîn Ataman, rêveberên PHD'ê û sedan welatiyan "Şehîdgeha Şehdî Kurtay Feraşîn" ziyaret kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN