
Endamê Civata Niştîmanî yê Tevgera Gorran Ebdulrehman Muhendîs diyar kir ku Gorran amade ye li gel PDK'ê li ser mijara serokatiya Herêma Kurdistanê lihevkirineke nû ya siyasî çêke.
Tê payîn ku îro şandeya PDK'ê di çarçoveya serdana xwe ya li gel aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de ji bo guftûgoya li ser çareseriya krîzên heyî, li bajarê Silêmaniyê li gel Tevgera Gorran rûne.
Têkildarî vê serdana şanda PDK'ê û helwêsta Tevgera Gorran de endamê Civata Niştîmanî yê Tevgera Goran Ebdulrehman Muhendîs got; "Gorran di nava xwe de sedemê danûstandina li gel aliyên din guftûgo kiriye û ji bo guftûgoya li gel şandeya PDK'ê amadekarî kirine."
Ebdulrehman Muhendîs da zanîn ku Tevgera Gorranê biryar daye ku ji bo berjewendiyê welatiyên Herêma Kurdistanê li gel PDK'ê lihevkirineke nû ya siyasî çêke. Ji bo çareseriya rewşa herêmê pêwîstî bi lihevkirineke li ser serokatiya Herêma Kurdistanê heye."
Tevgera Gorran xwedî 4 wezaret û serokê desteyekê ye di nava hikûmeta Herêma Kurdistanê de. Ji ber aloziya di navbera PDK û Gorranê de ev wezîrên Tevgera Gorran ji kar hatine dûrxistin. Her wiha bi heman şêweyî zêdetirî salekê ye parlamen jî hatiye betalkirin.
HEWLÊR