
Nêzî salekê ye geşedanên li Sûriyeyê pêktên di rojeva cîhanê de ne. Pevçûnên li Sûriyeyê pêktên, koçberiya ber bi Tirkiyeyê ve, daxuyaniyên DYA'yê û welatiyên Ewropayê yên li hemberî rejîma Esad, li Tirkiyeyê jî hikûmeta AKP'ê bi tund li hemberî rejîma Esad rexneyan dike. Rêveberiya Esad berpirsiyarê geşedanên pêk tên hêzên derve û tevkarên wan ên li welat nîşan dide, hêzên derve di serî de jî Tirkiye jî berpirsiyariyê rejîma Esad dibîne. Endamên Eniya Gel li Sûriyeyê çavdêrî pêk anîn. Parêzer Behîç Aşçi geşedanên li Sûriyeyê û nêrîna gelê Sûriyeyê ya li hemberî AKP'ê ji DÎHA'yê re vegotin.
'Me tu rewşa şer li Sûriyeyê nedît'
Behîç Aşçi, diyar kir ku ew li ser deweta Yekîtiya Xwendekarên Sûriyeyê çûn wir û wiha got: "Em gelek tişt li cih dîtin. Berî herî tiştî tiştên li Tirkiyeyê û welatên din tên gotin me ew nedîtin. Yanî li Sûriyeyê rewşek şer tuneye. Gelê Sûriyeyê jiyana xwe ya asayî berdewam dikin. Tu tevgerên li Sûriyeyê li hemberî rêveberiyê xwe bi rêxistinî kirîn tunene. Yanî hêza Emerîka û tevkarên wê weke 'muxalîf' binav dikin tevgerek gel nîn e. Leşkerên ji Lîbyayê yên bi pere û hinek hêzên Tirkiyeyê bikartîne hene. Li holê tevgereke gel tuneye, terora ji aliyê hêzên emperyalîst ve hatin rêxistinkirin û çek dan wan hene. Dema êrîşan dest pê kir, propagandeya li cih gel lê heyî bombeyan diteqînin, mirovan dikujin û ferman jî ji aliyê Esad ve hate dayîn kirin. Piştî demekê kesên çalakî kirin hinek hatin girtin. Di berîka van de 'biletên bihuşt' derdikevin. Şex û melayan ji wan re gotiye ciqas mirovan bikujin dê ewqas biçin bihuştin. Em agahiya gelek çalakî bi pere tên kirin girt. Ew jî wisa dibe: Kesên Misliman, kesên ne Misliman dikujin. Li hemberî vê yekê pere didin wan. Lê ji hemû kesê dibêjin 'min çalakî kir' pere nadin. Divê çalakiya lidarxist nîşan bidin. Ji ber vê yekê kesên li Sûriyeyê çalakiyan dikin qeydî telefonan dikin û nîşanî şex û murîdan didin û pere digirin. Gelek kesên wiha hatin girtin hene û me jî ji wan dimanan qeyd girtin."
Rola medyaya navnetewî
Aşçi, anî ziman ku li Sûriyeyê dîmenên li hatin amadekirin ji medyaya derve re hatine belavkirin û tiştên doktorekî Iraqî ji wî re gotin vegotin: "Têkildarî êrîşan de gotinên doktorekî Iraqî hebûn. Me ew guhdar kirin. 2 minaki me re vegotin. Yek, li nexweşxaneyekê zarok radizin û dimirin. Li ser wan şînî tê girtin û slogana 'Bimire Esed' tê berzkirin. Bi qemereyan wan dikêşin. Ji zarokên erdê raketî yek radibe. Li serê wî didin. Ji ber ku li ber qemereyê rabû. Yek jî li bajarekî li kolanekê cenaze hene û dîsa şînî heye. Disa heman tişt bi qemereyan tê kêşandin. Piştî kar xelas bû hemû kes radibe. Yanî dîmenên hatin amadekirin hene."
Tekelên navneteweyî..
Aşci, da zanîn ku tiştên têkildarî Sûriyeyê tên vegotin hemû rast nîn in û rêveberiya Partiya Baasê piranî ji sunniyan pêk tê û wiha axivî: "Tabloyeyek ji vegotinên AKP'ê û Erdogan heye. Dema me pirsa çima Sûriyeyê hedef tê nîşandan kir bersivek hesan me girt. Li Sûriyeyê xizanî heye lê birçîbûn tuneye. Li Sûriyeyê di navbera mirovan de dahatineke zêde kur tuneye. Jiyan gelek erzan e. Tekelên navneteweyî yên li Tirkiyeyê tu li Sûriyeyê tunene. Li Sûriyeyê tendurîstî û perwerdehî bêpereye. Me bi Yekîtiya Xwendekarên Neteweyî re hevdîtin pêk anî. Di nav yekîtiyê de nûnerên gelek partiyên cûda hene."
'AKP'ê li dij cîranan şer da destpêkirin'
Aşci, helwesta Erdogan a di sala 2009'an de di Zîrveya Davosê de li hemberî Serokomarê Îsraîlê Şîmon Perez dayî weke "Şanoya Davos'ê" bi nav kir û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Piştî şanoya li Davosê tenê li Sûriyeyê na li Iraq, Fîlîstîn û beşek Îranê li hemberî AKP'ê û Erdogan hestirin zêdebû. Ew gelek mezin dihat dîtin. Em jî bûn şahidê vê yekê. Lê piştî rûyê AKP'ê û Erdogan derket holê ev yekê êdî nema. Ji ber ku AKP'ê li hemberî çîranên xwe yên Erep şer da destpêkirin."
Aşçi, bilêv kir ku di çapemeniyê de li hemberî geşedanên Sûriyeyê manîpulasyoneke gelek cîdî tê kirin û wiha pê de çû: "Qanala BBC'ê jî dîmenên komkujiya Iraqê weke li Sûriyeyê pêk hatine nîşan dan. Lê pist re lêborîn xwestibû."
'Koçberî beriya şer hate organîzekirin'
Aşçi, têkildarî penaberên Sûriyeyê yên her tim Serokwezîr Erdogan tîne rojevê de jî wiha got: "Em koçberiyeke gelek cidî nedît. Ji xwe tevkarên li Sûriyeyê anîn vir. Ji vir ji ji bo êrîşan li Sûriyeyê bikin rêdikin. Ez bawer dikim ku hêj pevçûnan dest pê nekir ev yekê hate organîzekirin. Ji ber ku hêj li Sûriyeyê koçberî dest pênekir li Hatayê û herêmên din kamp hatin amadekirin. Yanî AKP li ku dizane dê koçberî çêbibe. Di erdheja Wanê de 6 mehan welatiyan kon nedîtin û digotin 'di destê me de kon tunene' Lê li Hatayê kon dihatin vedan. Ka di destê Kizilayê de kon tunebûn. Hêj tu kes ji Sûriyeyê nehat li Tirkiyeyê kamp hatin amadekirin. Em ji sînor heta Şamê çûn me tu pela koçberiyê nedît."
ÎBRAHÎM ASLAN / DÎHA/STENBOL