Aktrîsta û şanoger Julide Kural tundiya li dijî hemû beşên civakê û li dijî hunerê jî dewam dike nirxand. Julide da zanîn ku her roja diçe, şidet û otorite zêde dibin û weha domand: "Gelek caran gotineke hunermendekê dikare ji gotina siyasetvanekê zêdetir bandorker be. Ji ber ku deshilat hay ji vê bandora hunermendan hene, dixwaze wan bêdeng bike. Çawa ku dixwaze çapemeniyê bêdeng bike..."


'Hunermend çiqas gotinên rexneyî dibêje…'

Julide Kural destnîşan kir ku weke hemû beşên civakê li ser hunermendan jî psîkolojiya tirsê hatiye sepandin û weha dewam kir: "Li aliyekî welat dorpêç heye, mirov tên qetilkirin û me hînî mirinê dikin. Pêvajoyek weha ye, gotina aştiyê sûc tê dîtin. Ev pêvajo zêdetir mirovan ber bi psîkolojiya tirsê û bêdengiyê ve dibe."

Julide Kural got, deshilat dixwaze rolê hunermendan û çapemeniyê bigire bin tundiyê û weha peyivî: "Çiqas çapemenî xwe ji gotinên deshilatiyê dûr bigire ewqasî jî dê li civakê bifikire. Hunermend çiqasî gotinên rexneyî bibêjin ewqasî di çarçoveyeke fireh de li civakê binêre. Deshilatî dixwaze vê psîkolojiya tirsê normal bike. Lê ligel tevahiya tundiyan jî em jin, hunermend, yên difikirin û yên ji vî welatî hez dikin, em ê bêdeng nebin. Di vî welatî de ji derveyî daxwaza aştiyê wekî din tu sûcê me nîne. Yên sûcdar di vî welatî de şer dixwazin." 


 STENBOL