Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî ji bo Cejna Remezanê bajar bi bajar geriya û cejna gel pîroz kir. Temellî doh li Êlihê bi coş hat pêşwazîkirin, û gotina serokkomar Recep Tayyîp Erdogan a “Li welatê min Kurdistan tuneye”, û gotina Namzetê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Bînalî Yildirim a “Li Meclisa ku Ataturk damezrand mebûsê Kurdistanê jî hebûn“ û peyamên Rêber Abdullah Ocalan ku ji 7 xalan pêk tên nirxand.

Peyva Kurdistanê: ne ji dil e 

Temellî diyar kir ku desthilata AKP’ê ne desthilateke ku bi gelan re li hev kirî ye û wiha got: “Di nav siyaseta rojane de hin gotaran li gorî berjewendiyên xwe pir hêsan bi kar tîne. Dema ku ev gotar kêrî wê neyê jî pir hêsan terk dike. Van gotinên Yildirim bi kar anî, beriya niha Erdogan jî bi kar anîbû. Lê Erdogan paşê înkar kir. AKP li aliyêkî dibêje Kurdistan û li aliyekî jî li Bedlîs û Tetwanê tabelayên kurdî radike. Zimanê dayikê tune dihesibîne. Li gorî hesabên hilbijartinş îro kurd hene û li ser vê yekê zimanek çêkirine. Îro li Amedê dibêjin Kurdistan heye, sibê li Stenbolê dikarin bibêjin tuneye. Ev siyaseteke ne ji dil û têkçûyî ye.”

Pêwîstî bi tifaqa demokratîk heye

Temellî da zanîn ku kurd di hilbijartinan de tê bîra AKP’ê û weha got: “Pirsgirêka kurd xaçerê ye. Pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê pirsgirêka kurd e. Heke li Tirkiyeyê pirsgirêka demokrasî, ked, aborî bên çareserkirin divê hûn di vê xaçerêyê de derbas bibin. Muxatebên çareseriyê hene. Bi hevdîtina ku piştî çalakiyên greva birçîbûnê bi Rêzdar Abdullah Ocalan re hat kirin ev yek careke din derket holê. Dahatûyeke çareseriyê ya vê pirsgirêkê heye. Heta ku ev neyên dîtin, bibîranîna kurdan a di hilbijartinan de rêbazeke AKP’ê ya em hînbûyîne. Vê yekê li gorî hesabên xwe dike û ev bi awayekî zelal li holê ye. Ji bo muzakereyên demokratîk û gavavêtineke demokratîk li şûna AKP’ê pêwîstî bi tifaqa demokratîk heye.”

Bi qismî be jî tecrîd hat şikandin

Berpirsiyarê Têkiliyên Derve yê HDP’ê Hişyar Ozsoy jî li ser operasyona derî sînor û peyamên Rêber Abdullah Ocalan peyivî.

Ozsoy di destpêkê de balkişand ser polîtîkayên dewletê yên tecrîdê û got:”Piştî 8 salan, parêzeran bi Ocalan re hevdîtin çêkir. Ji bo tecrîd bê şikandin bi hezaran girtî û li derve mirov ketine greva birçîbûnê û rojiya mirinê û ev çalakî encam girtine. Bi awayekî qismî be jî tecrîd hat şikandin. Jixwe tecrîd hem di warê hiqûqî hem jî di warê exlaqî de polîtîkayeke wisa ye ku divê nedome.”

Têkoşîn bi awayekî xurtir bidome

Ozsoy, anî ziman ku bi bangawaziya Ocalan grevên birçîbûnê bi dawî bûne, lê divê di civakê de rehawetek çênebe û got: “Ji bo bidawîbûna vê tecrîdê vînek derket holê. Bi awayekî qismî rabû. Lê belê di warê siyasî de divê ev têkoşîn bi awayekî xurtir bidome.

 

NAVENDA NÛÇEYAN