Hunermendên dibêjin “Pêşî edalet û azadî, paşê huner“, Platforma Hunermend Dimeşin ava kirin. Hunermendan dest nîşan kir ku dema ew û gel bi hev re bin, ew ê karibin bi ser kevin û ji bo xurtkirina piştevaniyê ew ê tim têbikoşin. Yek ji van hunermendan, lîstikvan Volkan Yosunlu, anî ziman ku ji bo ew dengê xwe li dengê lêgerîna edaletê ya Tirkiyeyê zêde bikin wan platform ava kiriye. Yosunlu got, di demên destplkirina Meşa Edaletê de wan ji xwe pirsiye “Em ê çawa binî peyva edaletê tije bikin? Em ê çawa piştevaniya têkoşîna azadiyê bikin?” Yosunlu li ser mijarê wiha peyivî: “Em tevlî meşa Kemal Kiliçdaroglu nebûn. Ji bo dikên hatin talankirin, ji bo zarokên ku mafên wan ên jiyanê hatin binpêkirin, ji bo jinên bi tecawizê re rû bi rû man, ji bo mafê Nûriye û Semîh em ketin rê û me xwe birêxistin kir.” Yosunlu, anî ziman ku li hemberî pêkanînên Tirkiyeyê gotineke wan jî heye û di ser pirsa “Li hemberî van pêkanînan em dikarin çi bikin“ ew niha nîqaşan dikin.
Em ê li kuçe û meydanan bin’ Yosunlu, dest nîşan kir ku cara ewil ew tevlî Nobeta Wijdan û Edaletê ya HDP’ê bûne û wiha axivî: “Ji bo me têkoşîna azadiyê ne ew tişt e ku partiyek an jî rêxistinek bi tena serê xwe xwedî lê derkeve. Divê lêgerîna azadiyê ew tişt be ku her kes piştevaniya wê bike. Em hunermend ji niha û pê ve em ê ji bo xurtkirina piştevaniyê çalakiyên xwe bidomînin.” Lîstikvan Erturk Erkek jî got, gelek lîstikvan û reqsker daxilî platformê bûne. Erkek, anî ziman ku divê hunermend û temaşevan li gel hev bin û wiha axivî: “Tevgerîna wan a li gel me ji bo me zaf girîng e û gotina pirsgirêkên wan jî yek ji armancên me yên sereke ye.” Erkek li ser mijarê wiha axivî: “Me dît ku em ne bi tenê ne. Ev avahî min kêfxweş dike. Di warê nîqaşkirina pirsgirêkan de meydaneke me çêbû. Em dikarin ji bo aştiyê jî bibin çirûskek.”
‘Em ê bi hunerê xwe li ber xwe bidin’
Cem Baza jî dest nîşan kir ku tenê pirsgirêka wan ne huner e. Baza got, ew ê ji hêlekê ve çalakiyên xwe yên edalet û azadiyê bi pêş ve bibin û ji hêlekê ve jî xebatên xwe yên hunerî bi pêş ve bibin. Baza, anî ziman ku li cihekî ku edalet lê tine be, huner jî nayê îcrakirin û wiha axivî: “Em ê lêgerîna xwe ya ji bo edaletê bidomînin. Çimkî dijminê li hemberî me zaf hêzdar e.” Defne Halman jî got, di vê pêvajoya polîtîkayên çewisandin û tepisandina zêde de, divê ew li cem hev bin û wiha peyivî: “Em bi dost û temaşevanên xwe re li gel hev in. Ev tiştekî zaf girîng e. Bi hev re çûyîna ber bi azadiyan ve û serketin zaf girîng e.” Hunerhez bi navê “#Sanatcilaryuruyor” dikarin li ser Twitter û Instagramê xwe bigihînin hunermendan.
DÎHABER/STENBOL