Meclîsa Avakar ya Êzîdiyên Şengalê, Meclîsa Ciwanên Şengalê, PADÊ (Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdiyan) , TAJÊ (Tevgera Azadiya Jinên Şengalê) li ser daxuyaniya Nêçirvan Barzanî ya têkildarî hebûna PKK’ê ya Şengalê daxuyaniyeke hevpar dan û diyarkirin ku daxuyaniya Nêçirvan Barzanî di xizmeta Şengalê û civaka Êzîdî de nîne. Saziyan destnîşan kirin, ku ev daxuyanî xizmetê ji DAIŞ’ê û dijminên civaka Êzîdî re dike.
Di daxuyaniya Hevpar de bal hate kişandin ser rola PKK’ê ya pêşîgirtina li fermanê û û hate gotin, “Li şûna ku Rêveberiya Herêma Kurdistanê û PDK van pêşketinan silav bikin û bi her hawî di şerê dijî DAIŞ’ê de ku hê berdewam dike, alîkar bin, helwestê li dijî ewlekarî û îradeya gelê me nîşan dide.”
‘Ambargoya PDK’ê didome’
Di daxuyaniya hevpar de li dijî gotinên Nêçirvan Barzanî ku digot, “Hebûna PKK’ê ya li Şengalê dibe sedem ku civaka Êzidî li Şengalê venegere” hate gotin, “Ambargoya ku PDK ji her milî ve li ser Şengalê dimeşîne, li pêşiya vegera civaka Êzidî ya li ser war xwe û avakirina Şengalê dibe asteng. Bi vî awayî jî siyaseta xwe ya bi mebesta valakirina Şengalê eşkere dikin. Em hêvî dikin ku PDK û Barzanî dev ji destwerdana kar û barên Êzidiyan û Şengalê yên bi vî rengî berdin, zêdetir bi çareseriya pirsgirêk û krîzên navxweyî yên Herêmê re mijûl bibin. Ji ber ku Şengal ji hêla îdarî û qanûnî ve hê jî girêdayî Iraqê ye.”
Di daxuyaniya hevpar de herî dawî hate gotin ji bo ku Şengal dîsa were avakirin û civaka Êzidî li şûnwarê xwe vegere, ew bang li gelê xwe û hemû alîgirên mirovahiyê û demokrasiyê dikin ku li doza wan xwedî derbikevin û li dijî siyaset û lîstikên ku ne di berjewendiya civaka wan û ne di berjewendiya biratiya gelan de ne, bêdeng nemînin.
‘Barzanî Şengal ji xwe re kiriye mijara bazarê’
ANF/ŞENGAL