
Mamosteyê govendê yê Akademiya Çanda Ciwanan a Cigerxwîn a Amedê Îsmîl Altûg diyar kir ku eger mirov wate û rola folklorê û govendê zanibe û hewl bide fêm bike, dikare di hunera Kurd de rol bigire û bide fêmkirin.
Mamosteyê Govendê yê Akademiya Çanda Ciwanan a Cigerxwîn a Amedê Îsmaîl Altûg, di derbarê govendê û çanda Kurdî de bersivên pirsên ajansa RojNewsê da.
Altûg diyar kir ku dema mirov wate û rola govendê zanibe û hewl bide fêm bike, dikare di hunera Kurd de rol bigire û bide fêmkirin û wiha got: "Govend zanisteke ku bi gel tê naskirin. Gelên ku di welatê xwe de dijî berhema çandî, olî, kevneşopî, gerdîş, muzîk û lîstikên gelêrî yên weke çîrok û meselok û berheman lêkolîn dikin."
'Bi MKM'ê dest bi xebatan kir’
Altûg da zanîn ku ew di sala1994'an ji ber şerê qirêj ku li Kudistanê dihat meşandin cih û warê xwe diterikînin û li Îzmîrê bi cîh dibin. Altûg diyar kir ku wî di sala 1996'an de li MKM'ê dest bi dersên govendê kir û di sala 1998'an cara yekem weke koma govendê derketin ser dikê û wiha pêde çû: “ Di sala 1998'an û şûnde hemû kar û barê govendê ket ser milê me. Ev bi salan e ez wekî govendgereke profesyonel wanêya govendê didim ciwanên Kurd."
‘Her govendekê de çîrokek heye’
Îsmîl Altûg da destnîşan kir ku di her govendekê de çîrokek heye û gotinên xwe domand: "Di dîrokê de ji beriya ziman pêş bikeve mirovan bi şêwazê hereketan fikir û ramanê xwe dianîn ziman. Piştre ev rêbaza ragihandinê vegeriya lîstika reqsê û govendê. Mirovan bi demê re bi govend û reqsê behsa kar û daxwazên xwe dikir. Gelek caran jî hestên xwe bi govend û reqsê dianînin ziman.”
Altûg bal kişand ser dîroka gelê Kurd û got: “Gelê Kurt xwedî dîrokeke kevnar e, di hemû civaka Kurd de bi govendê hestên xwe tînin ziman. Mînak; Şer, şîn û şahî tev bi lîstik û govendan de bi vî awayî ye. Dema ku bûkê ji mal derdixin. Govend ji bo kurdan cureyeke ziman e şahiya dilê xwe bi govendê vedibêjin. Dîsa di heman demê de dema ku keçek ji xortekî hezdike hest û evîna xwe bi govendê tîne ziman."
'Her lîstikek çîrokeke wê heye’
Altûg bilêv kir ku di dîrokê de mirovan govend wek ziman bikar aniye û anî ziman ku di her lîstikek govendê de çîrokek civakî heye û xwedî mijareke girîng e. Altûg destnîşan kir ku di nava çanda govendan de jî çîrokên ku gel nikaribe bêje û şereke mezin dikin, gelek caran jî bi texlîdê ajalan xwe îfade kirine.
Altûg bal kişand li ser asta govendê di çanda Kurd de û ev tişt got: "Govend zanisteke ku bi gel tê naskirin. Gelên ku di welatê xwe de dijî berhema çandî, olî, kevneşopî, gerdîş, muzîk û lîstikên gelêrî yên weke çîrok û meselok û berheman lêkolîn dikin. Herwiha hemû pirsgirêkên di nava xwe de bi aliyê çandê lêkolin û çareser dike. Gelê Kurd jî hest û fikrên xwe bi zimanê govendê aniye ziman. Di saya govend, şano û dengbêjiya Kurdî de çanda Kurdî xwe li ser piya girtiye û gihaye vê astê."
OMER ÎKE/ROJNEWS/AMED