Grevên birçîbûnê yên li gelek navendên Ewrûpayê li dijî tecrîdê dest pê kirine, bi beşdariya çalakgerên nû dewam dike. Kurdistanî bi biryar in ku heta encamê bigirin, berxwedana xwe dawam bikin. Li 8 navendên li Elmanya, li Swêd, Awusturya, Swîsre, Belçîka û Fransayê çalakî dewam dikin. Li bajarê Fransayê Toulousê û li bajarê Awusturalyayê Melbournê jî van çalakiyan dest pê kir.
TOULOUSE: Li bajarê Fransayê Toulousê bi armanca şikandina tecrîda Îmraliyê, greva birçîbûnê dest pê kir. Çalakî ji aliyê Komuna Jinê ya Toulousê ve bi dirûşma "Ji Rêberê jin azad kirî heta bi jinên ku rêber azad dikin“, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) tê bi rêvebirin. Naciye Ataç li ser navê çalakgerên greva birçîbûnê axivî û got, Kurd wê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ti carî qebûl nekin.
MELBOURNE: Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan û azadiya wî, li bajarê Awûstralyayê Melbournê jî greva birçîbûnê tê lidarxistin.
Çalakî bi pêşengiya NCDK´ê pêk tê. Di çalakiyê de li ser rewşa Ocalan gelek belavok hatin belavkirin û bi rêya sohbetê jî gelek kes hatin agahdarkirin .
MELBOURNE/TOULOUSE