Greva birçîbûnê ya ku endamên Meclîsa Dîasporaya Şengalê ji bo di mijara tenduristî û ewlehiya  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tevgerek bi lez çêbibe û di serî de Şengal, statuya Êzîdxanê bê nasîn, bêdem-bêdorveger li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê dabûn destpêkirin, di roja 5’emîn de ye.

Di greva birçîbûnê de ku 23’yê Tebaxê bi daxuyaniyek nivîskî ya li ber Konseya Ewropayê û CPT’ê hate destpêkirin û piştre jî li Dêra La Tres-Sainte-Trinité dewam kir, tevî Hevserokê Meclîsa Dîasporaya Şengalê û Peşîmam Ekrem, 11 kes hene.

Bi armanca piştgiriyê jî wê 4 endamên Federasyona Elewiyên Demokratîk jî vê hefteyê di greva birçîbûnê de cih bigirin.


Belavok tên belav kirin

Di daxuyaniyê de ku ji hêla Komîteya Amadekar hate dayîn, hate destnîşankirin ku çalakvan gelekî bi moral in. Di vê çarçoveyê de li ber avahiya KE û CPT’ê ji hêla komek çalakvanan belavok hatin belavkirin. Dîsa komek din jî li navenda bajêr qada katedralê belavok belav kirin. Rahîbê Dêra La Tres-Sainte-Trinité Jean Stahl û ji rêveberiya dêrê Genvieve Bathalam greva birçîbûnê ya Êzîdiyan ziyaret kir.

Rahîbê Dêrê Jean Stahl bal kişand ser mafdariya daxwazên çalakvanan, destnîşan kir ku ji ber aştî û azadiyê tînin ziman, piştevaniya wan dikin.

Piştî destpêkirina greva birçîbûnê, gelek dezgehên medyayê yên neteweyî, xwecihî û biyanî roportajan digirin.

Duh ji hêla kanala France Înfo, rojnameya DNA û radyoya Kolombiyayê roportaj hatin girtin, hate ragihandin ku gelek xebatkarên medyayê jî dixwazin hevdîtinan bikin û rendewû girtine.


Ekrem: Em li dora rastiyê li hev bicivin

Yek ji beşdarên greva birçîbûnê ya Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê, Peşîmamê Êzîdiyan Ekrem e. Peşîmam Ekrem diyar kir, divê Êzîdî ‘rastiya heyî’ bibînin û got, “Di mijara mafên bingehîn de mirov neçar in bifikirin û ji xwe re rêyekê bibînin. Weke civaka Êzîdî me ev rê di nava nêrîn û felsefeya Birêz Ocalan de dîtin.”

 Ekrem da xuyakirin, ku hêza bingehîn a pêşî li qirkirina mein a 74’an girt, Tevgera Azadiyê ya Kurd e. Peşîmam Ekrem destnîşan kir, ku girîng e Êzîdî rastiya heyî bibînin û got, “Em xwe deyndarê civaka xwe û Serokê xwe, yanî deyndarê Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan dibînin. Weke civaka Êzîdî me heta niha ti Rêberek ji xwe re nedîtin.”


Îgrek: Tevgera Azadiyê bû ronahiya civaka Êzîdî

Yek ji beşdarên grevê Hevserokê Meclîsê Fîkret Îgrek e. Îgrek da xuyakirin, ku divê tevahiya civaka Êzîdî mesaja tê dayîn baş fêhm bikin û diyar kir, biryara greva birçîbûnê nîşan dide ku Êzîdî siberoja xwe bi Rêberê Gelê Kurd Ocalan re di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de dibînin.

Îgrek bi van gotinan qala gihîştina hev a Êzîdiyan û Tevgera Azadiyê ya Kurd kir: “Li Ewropayê jî rewşeke ronakbîriyê derket holê. Ev ronakbîrî bi saya Tevgera Azadiyê ya Kurd pêk hat. Tevger ji civaka Êzîdî re bû hêvî û Êzîdiyan êdî xwe bêhtir azad dîtin. Bi saya Tevgera Azadiyê ya Kurd ji tarîtiyê derbasî ronahiyê bûn. Ev yek bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan pêk hat. Civaka Êzîdî jî ji vê tevgerê bawer kir û pê piştrast bû.”

Fîkret Îgrek bal kişand ser êrîşa Qirkirinê ya Tebaxa 2014’an a li Şengalê û destnîşan kir û got: “Beriya Qirkirina Şengalê ay 2014’an, yanî beriya Fermana dawî, Birêz Ocalan dabû xuyakirin, ku xeterî li ser civaka Êzîdî ya li wir heye û divê were parastin. Bêguman di vê fermanê de jî hat dîtin, pêşmergeyên PDK’ê yên li çiyayê Şengalê bûn û diviyabûn Êzîdî biparastina, gel neparastin. Bi rengekî vekirî civak di nava lepên qirkirinê de hiştin. Em dikarin bêjin, PDK’ê Êzîdî firot DAIŞ’ê.

Şervanên Tevgera Azadiyê ya Kurd di vê fermanê de li Çiyayê Şengalê korîdorek vekirin û bi hezaran Êzîdî rizgar kirin. Di vê demê de, li nava bi hezaran Êzîdiyên li Çiyayê Şengalê man, vîn û baweriyek der bû. Li ser vê vîn û bîrdoziya pak, di 14’ê Çileya 2015’an de meclîsa xwe ava kirin, xwe ji nû ve bi rêxistin kirin û tevgerên xwe damezrandin.”

Hevserokê Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê Fîkret Îgrek li ser biryara greva birçîbûnê jî ev nirxandin kir: “ Em îro azadiya xwe bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan re dibînin. Azadiya wî bi xweserî û azadiya Şengalê ve girêdayî ye. Em azadiya Êzîdiyên li hemû welatan, di azadiya wî de dibînin.”


 ANF/STRASBOURG