
Hevserokê Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê Fîras Qesas diyar kir ku domandina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê wateya têkbirina hemû pîvanên navdewletî yên girêdayî mafên mirovan.
Hevserokê Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê Fîras Qesas bi armanca diyarkirina rewşa ewlekarî û tenduristiya Ocalan çalakiya xwe ya greva birçîbûnê dewam dike û greva wî ket roja 24´an.
Qesas di gotara ku li ser malpera xwe belav kirî destnîşan kir ku heta çalakiya wî negihêje armanca xwe, ew ê çalakiya xwe bidomîne. Qesas di dawiya nivîsa xwe de jî got, “Ez hîs dikim ku divê hundirê xwe yê exlaqî ji nû ve saz bikin da ku ez helwêsta xwe ya bi dilnizmî bidomînim.
ANHA / NAVENDA NÛÇEYAN