Çalakiya greva birçîbûnê ya hezar û 500 Filistinîiyên di girtîgehên Îsraîlê de didome. Parêzvanên mafê mirovan dan zanîn ku grev ketiye roja 74’emîn û diyar kirin ku rewşa du mehkûman pir xirab e û bang li sazî û rêxistinên navneteweyî kirin ku mudaxeleyê vê rewşê bikin.
Ji rêxistina bi navê Bijîşkên ji bo Mafê Mirovan a Îsraîlê Dadas Ziv daxuyaniyek da û diyar kir ku êdî rewşa gelek girtiyên li girtîgehên cuda yên welat gihiştine rewşeke krîtîk. Ziv destnîşan kir ku grev di roja 72’emîn de ye û bal kiaşnd ser rewşa krîtîk a girtiyan. Zir hişyarî da ku dibe di rojên pêş de mirin jî pêk bên.
Girtiyên filistî yên bi navê Bîlal Diyab û Tahir Halehleh ên ku pêşengiya çalakiya greva birçîbûnê dikin, diyar dikin ku beriya ew bibin dadgehê ew avêtine girtîgehê. Greva birçîbûnê ya Diyab û Halehleh di roja 74’emîn de ye. Piştî her du girtiyan, di 17’ê nîsanê zêdetirê hezar û 500 girtî û mehkûmên Filistînî dest bi greva birçîbûnê kirin.

Navbênkariya Misirê 
Li gorî çapemeniya Îsraîlê, ji bo bidawîkirina çalakiya greva birçîbûnê hikûmeta Misirê rola navbeynkariya di navbera girtî û Îsraîlê de girtiye ser xwe. Rayedarek ku ji Associated Pressê re axivî û nexwest navê xwe aşkere bike, hevdîtin piştrast kir, lê ji ber nazikiya pêvajoyê agahiyên berfireh neda.Hikûmeta Îsraîlê jî li hemberî girtiyên dikevin greva birçîbûnê baldar e. Di nîsanê de girtiyê bi navê Qadir Ednan ê filistînî yê ku 66 roj bûn di greva biçrîbûnê de bû, serbest hatibû berdan. Her wiha, girtiya bi navê Hana el Şalabî bi hefteyan di greva birçîbûnê de ma û piştre ew dersînorê Şerîda Xezayê kirin. Hêjayî gotinê ye ku tevî ku li seranserê Tirkiyeyê girtiyên kurd ên siyasî demeke dirêj di grevê de man li dijî muameleyên xirab gelekî çalakî kirin lê dengê wan ji alî sazî û dezgehên mafê mirovan ve nehate bihîstin. Ev yek jî dide xuyakirin ku piraniya saziyên mafên mirovan û rêxistinên navneteweyî ne li gorî pîvanên mirovahî l êli gorî bercewendiyên welatê xwe tevdigerin. 

BEYRÛT