
Şandeya HDP’ê ya Îmraliyê diyar kir ku divê hikûmet, dewlet û hêzên demokrasiyê guh bidin daxuyaniya KCK’ê û bi giringî li ser rawestin û got, ‘’Vê carê divê çareserî û muzakere nebin amûr.’’
Endamê heyetê Sirri Sureyya Onder, ji malbatên mirovên li Dîlokê qetilkirî re sersaxî xwest. Onder got, “Kurteberiya salên dawî, kronolojiya komkujiyan e” û xwest, ji ber vê sedemê, daxuyaniya KCK’ê ji her aliyî ve bê nirxandin.
Onder bi bîr xist ku beriya niha dema KCK’ê deklarasyonek eşkere kiribû, li Enqereyê komkujî hatibû kirin û got, “Bi heman rengî li Dîlokê komkujî hat kirin. 5 saet heman piştî vê daxuyaniyê, hewl hat dayîn ev daxuyanî bê pûçkirin.”
Ocalan tehlûke dîtin
Onder destnîşan kir ku gotina herî zêde Ocalan balê dikişîne ser, mekanîka darbeyê ye û wiha dewam kir: “Wî bal kişand ser çi, ew qewimî. Pûçkirina Mutabaqata Dolmabahçeyê û mekanîka darbeyê ya beriya destpêkirina muzakereyê ket dewrê, mesele gihand rewşa heyî.”
Onder piştî hewldana darbeyê, bal kişand ser tecrîdkirina HDP’ê û got, “Ev tê wê wateyê ku hûn ji vî gelî re dibêjin, ‘Em gotinên xwe yên yek tîpî, cihêkarî dewam dikin’.”
Divê nekin amûr
Berdevkê Şandeya Îmralî Sirri Sureyya Onder îşaret bi girîngiya deklarasyona KCK´ê ya ji bo çareseriyê jî kir û got, “Heta niha agirbest, rewşa bê şer û pêvajoya çareseriyê hatin amûrkirin. Her carê dema ku bi kêrî pergalê hat û di wan astan de bû rojev. Me gelek caran got, wiha nekin, encamên wê pirr giran bûn ji ber ku hate amûrkirin û qîmetê heq dikir pê nedan.”
Onder rexne li gotinên nû yên AKP’ê yên têkildarî Esad jî kirin û got, “Ne ew dem e ku mirov ji şaşîtiyekê biçe şaşîtiyeke din, ji bo vegera li nirxên qenciyê yên mirovahiyê dema herî guncaw e”.
Onder gotina Ocalan a di Newroza 2013’an de ya ku dogot, “Êdî bila çek bêdeng bibin û fikir sazkar bibin” bi bîr xist û got, “Em dibêjin em amade ne ku astengên li pêşiya vê rakin, manîfestoya jiyana hevpar, qada siyaseta demokratîk, berfirehkirina azadiyan, di serî de destûr bi hemû beşên civakê re bi seferberiya hevpar rabin”.
Derewan dikin, bi Ocalan re naaxivin!
Onder di dema bersivdana pirsan de got, piştî daxuyaniya KCK’ê ji hikûmetê hê bangek li wan nehatiye kirin û got, nûçeyên di ‘çapemeniya alîgir’ de ku dibêjin, “bi Ocalan re daxivin” dûrî rastiyê ne.
Piştî Onder Idrîs Balûken bal kişand ser gotina KCK’ê ya di daxuyaniyê de ku digot, “Di mehek û nîvê de mirov dikare derbasî aştiya mayinde bibe” û got, “Ev pir girîng e. Behsa îhtîmala aştiyê dikin ku di mehek û nîvê de dikare pêk were. Lê Meclîsa ku divê vê mijarê nîqaş bike girtî ye.”
ENQERE