Li kîjan quncikê li rewşa Îranê binêrî tê ditîn ku liv û tevgerêk li dora vî welatî heye û welat neçarî guhartinê maye. Îran welateke k hertim alozî û pirgirêk derxistiye derveyî sinorê nxwe û li dîroka Îranê bi 'ixraca şoreşê' tê naskirin û hîn jî navendeke girîng a Şiiyên cîhanê ye. Bûyerên Iraqê û kirîzên berdewam ên li vî welatî û mudaxeleya Îranê li rewşa Başurê Kurdistanê heta astêkê ku YNK û PDK biçin Tahranê ji bo lihevkirinê , rewşa Lubnanê, her wiha tesîra Îranê li ser meydana şer û pêşveçûnên li Sûriyeyê ji nîşana hêza li hevketî ya Îranê zêdetir tiştek din nîne. Li Îranê  sistem ji ber krîza hûndirîn û derve neçar ma êdî dawî bi serdema serok komarek bînê ku ji bilî slogan û dijêtiyeke çavsorî tiştekî din ji Îranê re neanî. Ji bo wê jî serdemeke nû li Îranê destpêkir ku bi serdema Rûhanî tê binavkirin.

Lê 7 mehan bi ser hilbijartina Serokomariya Îranê re derbas dibin, hîn jî gavên berbiçav nihatine avêtin. Madeya 15. a desturê  rê dide xwendin bi zimanê zikmakî ne ketiye pratîkê û hêna ser kaxizê maye. Her hewildaneke ji bo pêkanîna vê madeyê weke 'dijêtiye ewlekariya netewî' tê dîtin û bi sedan kes bi tometê tehdîd kirina ewlekariya welat hatine girtin.
Daxuyaniya fernhengistanê ziman û wêjeya Farisî  li ser zimanê zikmakî wiha ye: "Daxwaziya perwerdeya bi zamanê zikmankî talukeye û komploya derve ye." Ev yek tirsa Îranê ya ji guhartinê nîşan dide.  
Ji bilî kesên ji etnîka Fars etnîkeke din bi taybetî jî Kurd nikarin di reveberiyên herêmî de rola wan hebe. Di budçeyên ji bo bajarên Îranê tên veqetandin de cudahiyeke mezin tê dîtin; bajarên Rojhilatê Kudistan ji pir projeyan bêparin.
Niha gola giftugoyên hundirîn li ser pêdiviya bilez a guhartinê çeliqî ye û wê kurtir jî dibe. Dr. Resul Xizirî perlementarê bajarê Pîranşar û Serdeşt li Perlemana Îranê dibje; "Bi navkirina perwerdeya bi zimanê zikmakî komplo nîne, mafekî bingehîne û yên wisa dibêjim bêhurmetî li hermber mafî herî bingehîn dikin.”
Belê niha li vî welatî niqaşê li ser rêvebiryên herêmî destpêkiriye, eger Kurd û hêza dînamîk a siyasî û civakî jê re amade bin ev yek dikarê ji bo destpêkeke nû derî veke. Ji xwe Îranê bi sedema fikara ji her mudaxeleya derve dest bi qonaxeke nermbûnê li hermber welatên Rojava kiriye, bi taybetî piştî bûyerên Rojhilata Navîn û li Sûryeyê Îran nikare êdî van bûyeran cidî negirê. Bûyerên Tirkyeyê û nakokiyên navbera AKP û Cemaata Gulen zengeke şiyarkirinê bû ji bo Îranê. Lê ji wan hemûyan girîngtir jî dînamîka Kurd û hebûna wê weke faktorêkî ku dest jê naye berdan e. Piştî Şoreşa Rojava û pêşketinên ku li bakurê Kurdistanê, dînamîka Kurd herî zêde zorê dide Îranê ji bo çareseriyê. Vê carê rojhilatê Kurdistanê janê şoreşa civakî girtiye û dem ji hemû deman zêdetir guncaw e ji bo destpêkeke nû ya bê veger. Îran jî ji hemûyan zêdetir bi vê guhatinê serwexte ji bo wê jî hem manawra dike û hem jî peyaman dide lê berovajî demên bê vê carê ne gotin gavavêtin mercê sereke yê çareseriye ye.