Muzîsyen Azîz Arslan dibêje, komên amator meydana muzîka Kurdî dagir kirine, lê rexneyê li xwe û muzîkjenê profesyonel jî digire: “Herçî mijara daxwaza guhdaran e, divê em jî barê dikeve ser milê xwe bikin û baş bibînin ka mirov dixwazin li çi guhdarî bikin.”

MÎNA ROJ / ANF / STENBOL

Muzîka Kurdî yek ji wan meydanên çand û hunerê Kurdî ye ku kariye xwe her biparêze. Lê helbet êrişên li dijî wê jî her hebûne. Hîna nû, qeyûmê şaredariya Wanê dagir kir, dawetên Kurdan li bajarê wan qedexe kirin. Axir mesele û pirsgirêkên muzîka Kurdî ne yek û didu ne. Yek ji meseleyên sereke ew e ku muzîkjen heqê keda xwe karibe wergire.

Li vir meseleyek di navbera muzîka azad a komên amator, û heqê debarê yê mujîkjenên profesyonel, li hev diqelibin. Ji ber wê jî tewazûnek divê. Niha gelek komên amator hene ku bi pirranî stranên Kurdî bi gîtarê li derve, bi pirranî li Cadeya Îstîklalêî ya Taksîma Stenbolê dibêjin, wan qeyd dikin û li ser youtube diweşînin. Ev jî di encamê de wê yekê derdixe holê ku xwediyê stranê yê ku heman stran gotiye û di ser youtube re parvekiriye, dikeve rewşeke dezavantaj de.

Muzîkeke lawaz e

Muzîsyen Azîz Arslan qala zêdebûna komên amator û bandor û zerara wan a li muzîka Kurdî dike. Li gorî Arslan zehmet be jî “nerast e ku mirov ji tişta ew dikin re bêje muzîk”.

Arslan got, “Dema ku vê yekê dibêjim, mebesta min ne biçûkxistina karê wan e. Ez dibêjim, muzîka ku ew dikin li gorî standartên dinyayê muzîkeke lawaz e. Dibe ku ev rexne gelekî tund be, lê bi dîtina min divê êdî em tehemûlî vê yekê bikin. Her ku em bi rengekî xweşbîn nêzîk dibin, rewş qirêjtir dibe.”

Rewşeke ecêb bi milyonan li wan guhdarî dikin

Arslan dibêje, ew komên amator bi qareqar stranên Kurdî dibêjin, û weha xwe li fikrên xwe berdide: “Ya herî metirsîdar jî ew e ku vê yekê li ser medya civakî diweşînin. Bi vê yekê, bandor li gelek kesan kirin. Rewşeke ecêb e. Heger em jê re bêjin, ‘nebaş e’, hingî bi milyonan mirov lê guhdarî dikin. Hingî em ê vê girseyê çawa binirxînin? Min li înternetê lê temaşe kir, stranên Kurdî yên kevneşop bi çend akort, çend notayan bi qarewar gotine, lê belê 8 milyon mirovî li wan guhdarî kiriye.”

Mujîkjen divê li guhdaran bifikirin

Arslan li ser vê dibêje, “Divê mirov êdî der barê mijarê de bifikirin. Divê baş bê analîzkirin ku mirov dixwazin li çi guhdarî bikin.”

Arslan diyar dike ku çanda populer bandorê li muzîka Kurdî dike û wiha dipeyibe, “Guhê me li ku be, berê me jî piştre diçe wê deverê. Heger muzîka dinya rojava bandor li me kiribûya, wê muzîka me niha cudatir bûya. Bi dîtina min ev meseleyek e ku dikare di nava saziyan de bê çareserkirin.”

Arslan rewşê weke dagirkirina muzîka Kurdî bi destê komên amator bi nav bike jî li kêmasiyên xwe û bi giştî yîn muzîkjenên profesyonel mikur tê û dibêje, “Bêguman neheqî ye ku mirov bar hemûyî biavêje ser milê wan. Herçî mijara daxwaza guhdaran e, divê em jî barê dikeve ser milê xwe bikin û baş bibînin ka mirov dixwazin li çi guhdarî bikin.”