EREM KANSOY/REQA


Roza ciwaneke 22 salî ya ji Swêdê ye, ev bêhtirî du salan e ku tevî hevalên xwe yên YPJ´yî di şerê rizgarkirina bi dehan deverên şên de cihê xwe timî di sengerên pêş de girtiye di azadkirina herêman de. Bi nefspiçûkiya xwe û rûkeniya xwe hevalên Rozayê, wê wek "kulîlka bereyan a Swêdî" bi nav dikin.

Dema ku çend sal di ser re bihurîbûn ku wê lîse qedandibû û li dikana paqijkirina cilûbergan a dêûbavê xwe kar dikir, jiyana wê besît bû. Ji çapemeniyê dinya û Rojhilata Navîn dişopand. Ha di wê navê de, di nava hovîtiya DAIŞ´ê de Şoreşa Rojava û têkoşîna Kurdan li dijî DAIŞ´ê wek parçeyekî xwe yê tebîî dît. Her diçe bêhtir li ser dihizire, lêdikole û qebûl dike. Jixwe hestên wê yên alîkariyê û piştgiriyê her parastî bûn. Ev hemû dikin ku ew biryareke nû bide. Ew dibêje, "Îro, hîna beriya ku tevlî nav refên YPJ´ê bibim, ez têgihiştibûm ku yek ji cihên ku jinek dikare ji bo tevahiya jinên cihanê û ji bo tevahiya mirovan dikare herî zêde bi kêr bêt, û alîkar be bi şoreşê re nav refên YPJ´ê ye. Û hîna beriya bi tevlîbûna min a nav refan, ev fikr bi serê min ketibû.". Di 20 saliya xwe de wê dev ji malbata xwe û cihê karê xwe berda û çû Rojava."

Ew digihîje demên dawî yên berxwedana Kobanê. Di pêngavên Şedadê û Minbicê de ji destpêkê ve cihê xwe digire. nexasim jî di pêngava Minbicê de heta bi dawiyê şer dike. Hema hema li tevahiya Rojava hem li bereyan û hem jî li deverên rizgarkirî di nava xebatan de cihê xwe digire.


YPJ ji bo min gelekî manedar e

Ew jiyana rûtîn ya li Ewrûpayê bi bîr dixe, û dibêje ka YPJ ji bo wê çiqasî manedar e: "Jinên ciwan ên tevlî nav refên YPJ’ê dibin azadiya xwe nas dikin, ji sîstema heyî qut dibin û dibin ferd. Ew îdeolojiya jinê û nihêrîna li jiyanê bi dest dixin. Ev wek çerxeke xweş dewam dike. Li rojhilata Navîn jî têkoşîna jinê xurt û bilind dibe û jin azad dibin. Bi ser vê de jî jin bi vê razî nabin û li sengerên herî pêş li dijî unsûrekî wek DAIŞ´ê hov şer dikin. Ji bo min ferz bû ku ez li bereya Reqayê bim. Ez dixwazim şer, serketinê û dilşadiya azadiyê parve bikim." 


Malbata wê pê serbilind e

Pirsgirêka Rozayê bi malbata wê re nîne. ew dibêje, wê ew qanih kirine. Roza dibêje, ew niha têkoşîna jinê ya li Kurdistanê çêtir nas dikin û ji derdora xwe re jî behsa wê dikin û dibêje, "Helbet ew gelekî ditirsin ku ez li vir birîndar bibim yan jî şehîd bibim, lê belê ewqasî jî ew bi min serbilind in".

Şervana YPJ’ê Roza difikire ku siberojê li Rojava bimîne. Li Rojava bimîne, li wir bi cih bibe û li wir xizmeta xelkê bike; ew nexasim dixwaze alîkariyê bi zarokan re, bi bipêşketina zarok û ciwanan re û bi perwerdeya wan re bike.

 Wekî din yek ji xeyalên wê yên herî mezin ew e ku li nexweşxaneyan bixebite.


Kurd pirsgirêka dinyayê çareser dikin


Demhak ê ji New Yorkê ev demeke dirêj e Têkoşîna Rizgariya Gelê Kurd dişopîne, elaqeya wê jê re heye, bi civaka Kurd re têkiliyê datîne. Malbata xwe, mirovên li dora xwe hestyar dike di biwara Şoreşa Rojava û Têkoşîna Rizgariya Gelê Kurd de. Ev têra Demhak nake, ew bi vê razî nabe, piştî ku pitika xwe mezin kir, berê xwe dide Rojava, Demhak New York niha li bereya Reqayê şervanekî YPG´yê ye ku li dijî çeteyên DAIŞ´ê şer dike. Demhak New York ê 28 salî, beriya beşdarî nav refên YPG´ê bibe, di weqfeke alîkariya insanî de dixebite, û ji bo ku debara xwe bike jî lehimkariya metalan dike û karên din jî dike. Ji gelek şervanên ji welatên rojava, Demhak zewicî ye û keçeke wî ya ku hindik maye 5 salên xwe temam bike. Pirsa çima te dev ji New York û jiyana xwe ya berê berda û tevlî nav refên YPG´ê bûyî ji bo wî pirseke nû nîne. ew dibêje, ji teqrîben 2004´an ve elaqeya wî ji bo Têkoşîna Rizgariya Gelê Kurd heye. Hevalekî wî yê kar, timî bi armayeke Kurdistanê digeriya. Piştî ku vê armayê didin wê, ji bo elaqeya xwe ya ji bo Kurdan û rêza ji bo têkoşîna wan, bi xwe ve dike. Bi vî rengî behsa Kurdan û têkoşîna wan ji her kesa meraq kirî re, dike.

Berxwedana Kobanê  Demhak nêzîktirî Kurdan dike û di nava xwe de dest bi mihasebeya çûna şerî dike. Paşê piştrast dibe ku dixwaze biçe Rojava şer bike. Pê re jî dest pê dike jiyana xwe li gorî vê bi rêkûpêk dike.

Li ser maneya rizgarkirina Reqayê, Demhak New York dibêje,  Kurd hewl didin pirsgirêkeke dinyayê çareser bikin, belayeke mîna DAIŞ´ê tine bikin û wiha dipeyive: „Binihêrin, ev der bereya Reqayê ye. Em niha ne li Kurdistanê ne, lê belê Kurd tiştekî çi qasî girîng dikin? ew hewl didin DAIŞ´ê ne bi tenê ji erdên xwe ji Rojava bikin der, ew dixwazin wê ji temamê cografyayê bikin der, cîranên xwe jî diparêzin wan rizgar dikin. Ew demokratîkbûnê ji bo hemû gelan tînin. Ji bo min ev gelekî manedar e, taybet e. Têkoşîna Kurdan ji bo aştiya dinyayê, azadiyan û demokrasiyê gelekî muhim e. Sedema ku ez di nava vî şerî watedar de cihê xwe digirim jî ev e."