
Mirov dişibe rastiya welatê xwe, rastiya dîroka pê gihaye û mezin bûye. Ev rastî li cem jinan zêdetir heye. Jin, dayika rastiya her welat û xakê ye, wer bi xakê re yekbûnê avadike ku dibe ew. Her jinek tenê bi rastiya xwe ya îro re najî, demên bihurî û siberojê jî dijî. Hemû deman dihewîne, jina ku bûye wek xaka xwe. Jinek îro dîsa vê rastiyê îfade dike. Leyla Guven! Jina ku bûye serpêhatiya welatê xwe, dema em behsa wê bikin, divê em behsa dîroka koçberiya bi darê zorê li ser xaka xwe bikin. Belê, divê em behsa Kurdên resen ên Anatolya Navîn bikin. Di nava çoleke bê ser û binî de gulek sor in, Kurdên Anatolya Navîn. Ta ji Serhedê, ji quntara rêzeçiyayên Agirî, Ji Zagrosan, ji Erzurûm û Rihayê berê xwe dane Anatolyayê. Ji aliyê siltanên Osmaniyan ve bi darê zorê ji xaka xwe bûne û îskana mecbûrî li ser wan hatiye ferzkirin. Çîroka koçberiya wan dişibe serpêhatiya Kurdên me yên Xoresanê ku ew jî ji aliyê Şahê Safewiyan ve ber bi rojhilatê Îranê ve hatine sirgûnkirinê. Em ji wan re Kurdên li xerîbiyê, dibêjin. Ji welatê xwe dûr ketine, xerîb ketine. Di oxira çi de gelo! Çima ewqas ji xaka xwe dûr ketine? Sûçê wan bêguman kurdbûn e. Serî rakirine, koletî qebûl nekirine, xiyanet li rabirdûya xwe û li welatê xwe nekirine. Nebûne keseke/kesekî din, xwe neşibandine kesên din û nexwestine bibin wek ti kesî. Di oxira vê yekê de ji welatê xwe bûne û berê xwe dane çolistanên Fars, Ecem û Tirkan.
Kurdên Anatolyayê wek Kurdên Xoresanê, wek eşîran xwe parastine. Çand û zimanê xwe ji bîr nekirine û tê de israr kirine. Li her cihê çûnê, welatê xwe bi xwe re birine, Kurdistaneke din ji rika înkarê di dilê xwe de çêkirine! Wek mînak eşîrên Reşwan, Canbeg (Hespkêşan) û Şêxbizinî di 313 gundên Anatolya Navîn, bi navenda Qonyayê hebûna xwe parastine. Gelek ji Kurdên Anatolya Navîn di rastiyê de Elewî bûne. Lê belê bi zexta Împaretoriya Osmaniyan, dînê wan jî hatiye guhertin.
Tiştên me li jor behsa wan kir, ji bo civakekê tê wateya qirrkirin, înkar û asîmîlasyonê. Lê Kurdên me yên Anatolya Navîn li gel van hemûyan jî li ser piyan mane. Cewherekî pak, dewlemend û sade ti caran ji holê ranabe û tine nabe bêguman. Leyla Guven jineke ji wê herêmê ye. Bi lorîk û stranên koçberiyê, xerîbiyê û sirgûnê mezin bûye. Her koçberiyek, her dûrketina ji xaka xwe, ji bo jinekê mirin e. Ji bo Kurd nemînin, ji bo çanda jin-dayik ji holê rabe, hatine sirgûnkirin. Lê Leylayê wek her Leylaya din a aşiqê welatê xwe, îsbat kir ku jina Kurd ji rika mirinê, ji bo jiyanê têdikoşe.
Ya îro hevala Leyla Guven di zindana Amedê de dike, meşa vegera ser xaka xwe ye, ango Amargî ye! Meşa bêdawî ya Kurdên li welatên xerîbiyê ye. Ji bo vegerin roja destpêkê, ji bo bigihêjin cewhera jiyanê, li ber xwe didin. Çawa Kurdên Anatolya Navîn li kêleka zinaran bi bask bûn û serê xwe ji mirinê re netewandin û teslîm nebûn, Leyla îro heman rêûresmê li zindanan jî didomîne. Leyla gulek e ku di çolistana Anatolya Navîn de dibişkive, wê bihara serxwebûn û azadiyê bîne. Li ser şopa keçên Qûçana Xoresanê dimeşe Leyla, ew keşên ku ji bo nekevin destê dijmin, dawî li jiyana xwe anî. Dîroka jinên Kela Dimdimê ku xwe bi keziyên xwe ve darvekirin, ha wê dîrokê Leyla ji nû ve dinivisîne. Bûye dengê qêrîna jinên Dêrsimê ku xwe ji zinaran ve avêtin.
Ew li zindana Amedê li ser şopa Kemal Pîr û Mazlûm Dogan li ber xwe dide. Bi hestên Sakîne Cansiz tif dike rûyê celadan û dawî li dîrokeke bêrûmet tîne. Li Amedê li ber xwe dide Leylayeke din, li ber serê Çiyager û Nûcanê. Leylaya Anatolya Navîn, ji bo me hemiyan, ji bo hemû jinên êşkişandî, ji bo bidawî hatina koçberî û xerîbiyê, di nava çar dîwarên zilmê de li ber xwe dide. Berxwedan hesteke azadiyê ye ku li ser dilê her jineke vê xakê hatiye neqişandin. Ji bo wê jî di her serdemê de Leylayek serî radike û dibe çirûskek ji agir di reşahiya serdema zilm û bêbextiyê de. Leyla welatek berxwedêr e ku wek stiriyekê di çavê xayînan de diçe. Heta Layla hebin li vî welatî wê xayin rezîl û genî bin. Xayînên li ber lingê zaliman diçin sicdeyê, sedema dagirkerî, koçberî û sirgûnê ne, Leyla îro tola wan jî distîne, ji ber wê wer har bûne û xwe spartine dagirkeran. Leylayan koka xiyanetê qelandiye û wê dara azadiyê şîn bikin. Her kes divê kulmek av berde ser xaka dara Leylayê. Darek li çolistanê şîn dibe ji bo me hemiyan…