Guldixwîn jî delaliyek ji nebatên ku di wê dewlemendiya Kurdistanê de, di bihar û payîzê de şîn dibe. Veca ka em biçin lutkeya çiyayên bilind, pala xwe bidin ewran û vê delaliyê nas bikin.

Guldixwîn, bi navekî din ‘Laleya Digirî’, ev xemla çiyayên Kurdistanê ku herî zêde li herêma Colemêrgê hêşîn dibe, her wiha li deverên wekî Êlih, Sason, çiyayên Başûrê Kurdistanê, Wan û Dêrsimê jî çêdibe. Ji erdê biqasî 1200-2500 mitroyî bilind, bi hatina biharê re dimenên bêhampa, mêhvanên xaka Kurdistanê pêşwazî dikin. Dirêjahiya Guldixwînê heta 75 santîmitroyî dibe, ji 6 kulîlkên ku rûyê wan li erdê ye pêk te. Pelên wê ji rengên sor, zer, tirincî pêk tê û nêzîkî 167 cureyên wê hene. Li gorî zanista botanîke, guldixwîn di nava malbata nebatan a nêrgis, pîvok û sosinê de cih digirê. 


Wek tiştek îlahî tê qebulkirin

Di dîroke de ji aliye gelek kesan ve wek tiştek îlahî tê qebulkirin. Mînak ji ber ku her sibeh ji gewdaya xwe avê wek hêsirên çavan dibarîne, ji aliyê Asûriyan ve wek nebatek pîroz tê hesibandin. Asûriyan baweriya xwe pê anîbûn ku Guldixwîn ji ber êş û janên wan digirî. 

Wekî din ji aliyê hin civakên Mêsîhî ve jî wek tiştek pîroz tê qebûlkirin. Çimkî ew jî bawer dikin dema ku pexember Îsa hate xaçkirin, dayika wî Meryem rondik barandin û Guldixwîn afirî û ji ber vê keserê jî kulîlkên wê berevajî ne. 

Li çiyayên rûspî ên ji bo şervanên Kurdistanê bûne stargeh, Guldixwîn mizgîniya biharê ye. Li wan çiyayên ku ji aliye mêtîngeran ve hatine dagirkirin, bi xemgînî sitûye xwe tewandiye, xwe herî baş nêzî pekrewanan kiriye û ji wan re bûye rêheval. Loma jî di her albûma wêneyên gerîla de em li rasta ve delaliya xwezayê Guldixwînê tên.


ARGEŞ KAYA