
Wiha dibêje Qahir Firat di pirtûka xwe ya bi navê “Gulên Azadiyê” da, di beşa ‘Sê Kulîlkên Deşta Gever’ê de. Qahir Firat ev pirtûka xwe di kesayetiya şehid Tekoşer û Gever de diyarî hemû şehîdên doza azadiyê û serokê ku ev gel ji nû ve afirand hatiye kirin...
Di vê beşa bi pênûsa dilê Qahir Firat hatiyî nivîsandin da qala sê şehîdên Kurdistanê Mizgîn (Fatma Savaş), Qiyas û Dilovan dike. Bihara ku qalê dike ev her sê navên nemirin. Bi bîranînên wan, peyvên wan û li ser keda wan bi dilekî zîz sekiniye û bi peyvên xwe xemilandiye. Mizgîn û herdû rêhevalên wê bi hevre ji nûve jîn tên dilê gelê Kurd da û şax didin li Kurdistana zêrîn.
Mizgîn Serhad, sala 1973’yan da li İdirê xwedê dide. Navê wê yê ku dayika wê lê kirî Fatma ye û ji yazdeh zarokan ya heftemîn e. Di nava malbatê da bi delalî hatiye mezinkirin û li Bazid’ê mamosteya dibistanê bû. Ji xeynî karê wê yê mamostetiyê pirr caran tevlî karên tekoşîna azadiya Kurdistanê dibû. Di sala 1992’yan de çawa tevlî hereketa PKK’ê dibe, demekî nêz de xûşka wê ya jê mezintir Hebûn (Asya) jî tevlî PKK dibe. Di wê demê de birayê Mizgîn di girtîgeha Newşehîrê da di zîndanê da bu. Dema ku birayê wê Savaş (Mehmet) pê dihese, ji girtîgehê 1993’yan da firar dike û ew jî li ser rêya herdû xûşkên xwe diçe û beşdarî PKK’ê dibe. Çûyîna her sê ciwanan, li ser malbatê rêçekî kûr dihêle.
‘Mizgîniya azadiyê bidin min’
Di sala 1995’an de bavê Mizgîn Serhad bi penceşêra zengelûrê dikeve û jiyana xwe ji dest dide. Piştî çûyîna bavê wê, 9 salan dayika wê bi tenê tekoşîna jiyanê dide û sala 2004’an di meha Kewçêrê da wekî mîna zilamê xwe bi êşa penceşêrê ya madê dikeve û çavên xwe digire, diçe li ser dilovaniya xwe. Dayika Mizgîn berî ku wefat bike di wasyeta xwe de dibêje ‘’Ger Kurdistan ava û azad bibe, werin li ser gorna min û bi wateya navê qîza min Mizgîn, mizgîniyê bidin min’’.
Mizgîn têkoşerek zîrek bû. Dema ku ji nûh ve tevlî PKK buyî bi vê jêhatîbûna xwe xwiya dibû. Di nav rêhevalên xwe da gelekî rawestanek rêxistî û coş bi azad bû. Piştî ku demeke kin li Ûrmiyê perwerdê dibîne tevlî koma li milê Xakûrkê dibe. Li Başûrê tevlî şer dibe.
Fatma Savaş yanî Mizgîn Serhad bi rihê xwe yê asê û azad di aliyê rêxistinê de pirr zîrek bû û wiha dihate nasîn. Ji ber wê sekna xwe ya bihêz Mizgîn a Serhedî dibe fermandereke gerîla ya xurt û bêtirs. Di wê demê de bi xwenasiya xwe tevlî şerên giran dibe û bi vê tekoşeriya xwe ji hêzên jinan re dibe sembol. Hunera wê ya di qada şer de bala Rêbertiya PKK’ê dikişîne û dixwaze wê nasbike û wê dikişîne navende. Dema ew li qada Rêbertiyê ye civînek tê lidarxistin û ji bo artêşbûna jinê berpirsiyariyê didiyê.
Piştî demekê mayina li qada Rêbertiyê Mizgîn li herêma Geverê tê wezîfedar kirin. Di dîroka Geverê da cara yekem hevalek jin tevlî cengê dibe û ev jî bi navê Mizgîn Serhad bi hibra zêrîn tê nivîsandin. Gever bi hatina heval Mizgîn gelekî bi hêrs dibe û dirabe li ser piyan.
Heta guleya dawî şer dikin
Mizgîn, bi hatina Geverê re li Çiyayê Zagrosê dibe kulîlka demsalê. Di şeveke hênik de Mizgîn û herdû rêhevalên xwe piştî karên xwe yên çiyê diqedînin ji bo wezîfeyê dadikevin bajêr û li Geverê dibin mêvanê malekê. Lê hinek kesên xwe firotî cihên wan eşkere dikin û di berbanga sibehê de şerekî giran dest pê dike. Di wî şerî da Dilovan şehîd dikeve û ji ber ku bi destê dijmin neyên kuştin û nebin êsîr Diyar û Mizgîn bi dirûşman dikin qêrîna ‘’Bimire îxanet û faşîzm”, “Bijî PKK”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Kurdistana Azad’’ bombeya li ser xwe ditexînin.
Di sala 1994’an de 11’ê Nîsanê bi şehadeta xwe Qiyas û Dilovan, Mizgîn dibe diroka Geverê li Kurdistanê û di dilê nivîskar Qahir Firat da dilope li ser rûpelên spî û dîsa li wê demê Bargeha Behdînanê ji bo tekoşîn û bîranîna Mîzgîn û her dû rêhevalên wê, wekî awayê bîyografîk û daxûyanî dosyeyek li Kovara Serxwebûn’ê da tê weşandin. Di vê dosyayê da soza tola wan her sê cangoriyên azadiyê tê daxûyan û şehîdên Gever û hemû milê Kurdistanê tê bibîranîn. Di Kovara Serxwebûnê Bargeha Behdînanê bi vê helbesta pîroz dosyayê bi dawî dike;
Ger bi dengê çivîkan şiyarbibê sibehekê
Bi zayîna rojê tê rakê serî
Li vexwîniya axê silavdar bibê
Ax wisa germ, wisa germ...
Û heya jê heyî wisa dîtinek nerm
Û bibêje evna dilopek avin
Bibêje di cenga bablîsokê da pelek yê darê
Bibêje tovê şax vedanin...
Ji wan daristanê bi baranê xwe şiştî bibirse
Ji wan darên xilbe pel, pelpelok
Û ji wan dostên zîndanan ronî dikê bipirse.
Dema ku rojê porê xwe hûnand
Li ser wê rûdena tev stêrik
Qet me ji me nepirse
Bibêje evna mewcên erdhejêbûn
Bibêje di qalikê dinê de welwele
Û di dîrokê da peqêna hêtûnek dijwar...
YAŞAR AKSU