Li hemberî daxuyaniyên Fethullah Gulen û êrîşên çeteyan ên li Rojava nerazîbûnek jî ji Wargeha Penaberan Şehîd Rustem hat. Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistanê ya Wargehê Mele Tofîq diyar kir Fethullah Gulen murtedekî ku ji ola Îslamê dûr derketiye û ji bo êrîşên çeteyan jî got ku li ser gelê Kurd ferz e bi her awayî li hemberî wan rawestin. Mele Tofîq bi wesîleya Cejna Qurbanê jî got, “Ji bo Rojavayê Kurdistan li her çar parçeyên Kurdistan û li derveyî welat divê em wek gelê Kurd bi maddî û manewî piştgiriyê bidin gelê xwe yê Rojava.”

Nirxandin û fetwayên Fethullah Gulen ên li hemberî gelê Kurd ku gelek caran ketin rojevê û ya herî dawî di civîneke li mala xwe ya Pensîlvanya ya Amerîkayê dîsa li ser navê Îslamê bê çi awayî divê têkoşîna gelê Kurd divê were tunekirin ji kesên li derdora xwe re şîrove dikir. Ev nirxandinên Gulen oldar, siyasetmedar û rûspiyên Kurd jî di nav de ji aliyê gelê Kurd ve rastî nerazîbûnan hat. Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Mele Tofîq jî nerazîbûneke tund nîşanî nirxandinên Fethullah Gulen da û diyar kir Gulen mirovekî murted ê ji Îslamê dûr ketiye.
Mele Tofîq di axaftina xwe de destnîşan kir ku axaftinên Gulen ne li gor Îslamê ne, derew in û tu carî Îslam nabe alîgirê zaliman û ev tişt anî ziman: “Hz. Muhammed gotiye, dema yek tiştekî bêje û gotin di Quranê de nîn be ew xiyanet e, zilm e. Xwedê Teala 280 ayet şandine da ku mirov derewan nekin. Di Îslamê de divê mafê mirov bê dayîn.”
Mele Tofîq anî ziman ku divê gelê Kurd li hemberî kesên wek Fethullah Gulen hişyar bin, yekitiya xwe xurt bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Fethullah ji Îslamê derketiye û bi navê Îslamê xerabiyan dike. Ev qet nayê qebûl kirin. Di Quranê de tê gotin ku ji wî zalimtir û gunehbartir nîn e ku li ser navê bi Îslamê derewan diaxive. Divê gelê Kurd yekitiya xwe xurt bike.”
Der barê êrîşên çeteyan ên li Rojava li hemberî gelê Kurd jî Mele Tofîq got ku tu eleqeya wan çeteyan bi mislimantiyê re nîn e, ev kes tecawizkar, xespkar û zalim in û ferz e gelê Kurd li hemberî wan li ber xwe bide.
Bi wesîleya Cejna Qurbanê jî Mele Tofîq ku cejna gelê Kurd û ya alema Îslamê pîroz kir, destnîşan kir ku li ser gelê Kurd ferz e alîkariya bira û xwişkên xwe yên Rojava bike û wiha axivî: “Xwedê Teala gotiye, ji bo xerabiyan û zilmê alîkariya hevdu nekin, ji bo başiyê alîkariya hevdu bikin. Zekat, sedeqe, qurban ferz e mirov bide kesên pêdiviyan pê hene. Lewma li ser me ferz e em alîkariya gelê xwe yê rojavayê Kurdistanê bikin. Ne ji bo ku tenê Kurd in. Divê em malên xwe bi hev re parve bikin. Divê em wan sînoran ji nav xwe rakin û wek gelê Kurd alîkariya hevdu bikin. Pêxemberê me gotiye, lanet li wî mirovî be yê kesê mazlûm bibîne û alîkariya wî neke. Divê ji her çar parçeyên Kurdistan û derveyî welat gel piştgiriya gelê Rojava bikin.”

DÎHA/HEWLER