Nûçeya dawî ya rojnameger Nujiyan Erhan, Çîroka Gulê ya Êzidî bû. Dema 74’emîn fermanê dest pê kir û DAIŞ’ê Şengal dagir dikir li gundê Sînunê ya ewil gule avêtibû ew kes bû. Di şopa Gulê de keçên leheng gihiştin û jinên Şengalê bi gotina ‘careke din teqez’ xwe diparêzin.
Rojnameger Nujiyan Erhan di êrîşa li dijî Xanesor a Şengalê ya PDK’ê de bi giranî birîndar bû û di 23’ê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Nûjiyan çîroka jinên Êzîdî ya li dijî fermanê pêngav bi pêngav belge kir. Nurjiyan çend roj beriya ku ji aliyê çekdarên PDK’ê ve were birîndarkirin çîroka Gulê Mişko Nemir nivîsîbû. Ji bo Nujiyan çîroka Gulê girîng bû. Di dema fermanê de teslîm nebûbû û hatibû qetilkirin. Dema me nûçe dinivîsand Nujiyan jiyana xwe ji dest da. Piştî wê nivîsandina vê nûçeyê zehmet bû. Nivîsandina vê nûçeyê deynê me bû.
Çîroka Gulê
Gulê ji bo teslîm nebe çek girt, hat qetilkirin. Gulê 30 sal berê bi kurê apê xwe Reşo re dizewice. 8 keç û 2 kurê Gulê hene. Gulê û Reşo niha nêzî 50 salî ne. Keç û kurekî wan hîna di destê DAIŞ’ê de ne. Ji bo em çîroka Gulê hîn bibin me xwe gihand hevjîn û keça Gulê. Li ser daxwaza me Reşo, Gulê vedibêje. Em pirsa Gulê mirovek çawa bû? dipirsin. Gotina ewil ya Reşo ‘jinek leheng bû’. Bi xemgînî û hestiyariyeke mezin em fêhm dikin ku Gulê ji bo hevjîn û keçên xwe bûye çavkaniya serbilindiyê.
‘Jin bû, qehreman bû’
Reşo got: “Gulê jinek leheng, qehreman bû. Bi îrade bû. Ji bo herkesî rêz digirt. Lewma herkesî ji wê re jî rêz digirt. Ez 20-21 salî bûm. Gulê 18-19 salî bû. Em bi salan bûn hevalên hev. Keça apê min bû. Zarokatiya me bi hev re derbas bû. Min jê re got ti çi dixwazî wê jî got ez ti tiştekî naxwazim. Gulê li cem min gelek bi qîmet bû. Em li gundê Zorava hatin dinê. Bi salane jî em li Sînunê dijîn.”
Reşo behsa roja fermanê kir û got: “Ez wê rojê ne li cem Gulê bûm. Malbat hinek diçûn herêma Barzan. Me xwest em zarokên biçûk xilas bikin. Me li wesayîtekê siwar kirin. Cih nemabû. Gulê û du zarokên min yên mezin man. Min got ezê zarokan daxim û dûvre li wan vegerim. Lê min xwe negîhand wan. DAIŞ’ê rê girtibû.”
Du zarok winda ne
Reşo anî ziman ku hîn du zarokên wî nexuya ne û got: “Keça min ya di destê DAIŞ’ê de telefon kir û her tişt got. Bi dizî li me geriya. Ewil birine Halebê û piştre birine Mûsilê. Beriya bi salekê em axivîn. Piştre me agahî negirt. Agahî hatin ku kurê min li Xanesorê kuştine. Keç û kurê min ji hev veqetandibûn. Hevjîn û 5 zarokên kurê min jî li gel me ne.”
‘Li Sinûnê li Gulê xistin’
Reşo balkişand ser berxwedana Gulê û wiha pê de çû: “Gulê û her du zarokên me dema direviyan çiyê li nêzî Benziniyê tên girtin. Pîr û kalan ber didin yên din dibin Sinûnê. Malbatek direve wî çaxî Gulê dibêje dest nede wan. Gulê dibêje ‘mêran bigirin lê jinan berdin.’ Çete dibêjin ‘bi taybet jin ji me re lazimin.’ Gulê bi zorê dibin wesayîtê û Gulê di wê navberê de çeka xwe derdixe û berdide çeteyan. Çeteyên din çawa dibînin tên Gulê gulebaran dikin. Tabanceyeke min hebû. Min li malê dihişt. Wê her tim paqij dikir. Pê re mijûl dibû. Em çûn li cenazeya wê geriyan. Min cenazeya Gulê li erdeke vala dît. Cenaze heliyabû hestî mabûn. Nasname û gustîlka wê hebûn. Min wisa nas kir. Cenaza wê me li Goristana Pirewra defin kir.”
Berxwedana Gulê rûmet e
Reşo tenê hiştina Êzîdiyan bi bîr xist û got: “Roja fermanê kesî em neparastin. Em hiştin û reviyan. Gel jî nekarî alîkarî bide hev. Her kesî hewl dida xwe xilas bike. Gerîla û YPG’ê em xilas kirin. Canê xwe feda kirin û em xilas kirin. Çekên me yên xurt tinebûn. Herî dawî me bi saya hevalan xwe xilas kir. Berxwedana Gulê ji bo min rûmet e, pîroz e.”
NUJİYAN ERHAN/JINDA ASMEN/ŞÛJIN/ŞENGAL