Nivîskar Kameran Gulpî eşkere kir ku Kobanê bûye nasnameya Kurdan û got; “Niha jî pêwîstiya me bi ruhê berxwedana Kobanê heye, divê em di roja Kobanê de daxwaza yekîtî û yekrêziyê bikin.”
1’ê Mijdarê çaremîn salvegera îlankirina 1’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê ye. Nivîskar û çavdêrê siyasî Kameran Gulpî li ser vê yekê axivî.
Kameran Gulpî îşaret bi rol û karîgeriya Kobanê di nav Kurdan de kir û got: “Dema ku em diçin cihek biyanî û dibêjin em ji Kurdistanê hatine tê bîra biyaniyan ku Kobanê welatê me ye. Kobanê bûye nasnameya me ku berxwedana sedsalekê tê de hatiye kirin. Berxwedana Kobenê hêla ku êdî xweseriya Rojava li seranserî cîhanê bê naskirin. Vê berxwedanê di aliyê dîplomasiyê de doza rewa ya Kurdan ber bi pêşve bir. Şervanên YPG û YPJ’ê bi vîna xwe ya bilind karîn êrişên çeteyên DAIŞ’ê têk bibin. Eger ku ew êriş ne hatiban têkbirin, wê sîstema Xweseriya Demokratîk bi serneketibûya.”
SILÊMANÎ/ROJNEWS