Gumgumê 4440 salî li Louvreê ye


Li muzeya herî navdar a Franseyê û yek ji yên herî dewlemend ên cîhanê Musee de Louvreê biryar da ku pêşangeha xwe ya dîrok û hunera Mezopotamyayê hefteyekê dirêjtir ji serdanê re vekirî bihêle. Bi vî rengî pêşangeha li paytext Parîsê ku cih dide berhemên arkeolojîk û hunerî yên bi hezaran salên civak û şarezatiya Mezopotamyayê wê heta 30´ê Çile dewam bike.
Di nava mijarên desthilatdarî, dîn, civak, neolîtîk, nivîs û çand û hunerê de mirov dikare şahidiyê li berhemên şaristaniya Mezopotamyayê bike. Yek ji van jî Gumgumek yan jî vazoyekî metal ê xemilandî ye ku 4440 salî ye. Ji bilî vê vî gumgumî, vazoya ku li ser neqşên azadkirina Gudeyayî jî a ku diyarî xweda Ningîşzîdda hatiye kirin jî nîşaneyên hunereke xurt a hezar salan e.
PARÎS
