Rûsyayê Mecît Gumuş sala 2012’an radestî Tirkiyeyê kiribû û sala 2013’an 22,5 sal cezayê ragirtina li girtîgehê lê hatibû birrîn. Piştî ku saziya tipa edlî rapora ‘nikare li girtîgehê bê ragirtin’ dayê, Gumuş Nîsana par hatibû berdan.

Mecît Gumuş ku demek bû li nexweşxaneya tipa edlî ya Silêmaniyeyê dihat dermankirin, doh danê sibê jiyana xwe ji dest da.

Mecît Gumuş ê ji Mêrdînê, sala 1982’an cihê xwe di berxwedana zîndana Amedê de girtibû û demeke dirêj di girtîgehê de mabû. Piştî ku ji girtîgehê derket, karê xwe li çiyayên Kurdistanê dewam kir û ji bo derman bibe sala 2012’an çûbû Rûsyayê.

TCenazeyê Gumuş wê li Herêmên Parastinê yên Medyayê were veşartin. 


SILÊMANÎ