Çeteyên DAIŞ’ê ku li gundê Xirbet Ceheşa malbatek esîr girtin, piştre xwe di nava vê malbatê de teqandin. Di bûyerê de 2 gundiyan jiyana xwe ji dest dan, 2 jî birîndar bûn. 

Bi gundê dawî re şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê 17 gund, bi dehan gundik û girên stratejîk ji çeteyên DAIŞ‘ê paqij kirin. Navê gundên hatin rizgarkirin bi vî rengî ye: Merwaniyê, Cibil Kiraca, Hemrê ya Biçûk, Hemrê ya Mezin, Qervedanê, Deraniyê, Başdulkê, Beclikiyê, Arnê, Segul, Bîr Şelal, Bîr Ûm Selîm, Ecac, Sefaxir, Şellalê, Mecbenî. 

Xwe spartin hêzên QSD’ê

Bi hezaran sivilên ku di destê çeteyên DAIŞ’ê de bûn ji aliyê şervanên Odeya Çalakiya Xezeba Firatê ve hatin rizgarkirin. Ji aliyê din ve bi dehan sivîlên ku ji ber zilma çeteyan reviyan xwe spartin hêzên QSD’ê. 

Gundiyên ku di her firsetê de dibêjin ‘şûkir’, bi şervanên QSD’ê pir keyfxweşin. Sivilên ku ji aliyê şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê ve hatine rizgarkirin, li gundên ku ji aliyê şervanan ve ji mayînan hatine paqijkirin tên bicih kirin. Sivîlên ku ji destê çeteyên DAIŞ’ê di revin û xwe digihinin herêmên bi aram li cihên parastî tên bicih kirin.

 Rûgeşiya rizgarbûna ji zilmê

 DAIŞ, ew jinên ku dîl girtiye salane bi cilên reş dayiye pêçan. Jinên ku ji çeteyan hatine rizgarkirin bi keyfxweşiya xwe cilên reng bi reng li xwe dikin û şervanan pêşwazî dikin, ji bo çarşafên reş ji, peyva ‘zindan’ bi kar tênin. Jinên ku ji destê çeteyên DAIŞ’ê  rizgar dibin, dema şervanên YPJ’ê dibinin çavên wana ronî û keyfxweş dibin. Bi peyvên keyfxweş ku digotin; “Me dizanî pencereyek ya me heye, em bi hêvî li benda wê rojê bûn ku hûn bên.” Dema şervanên YPG û YPJ dibînin, ji kûrahiya dilê wan ku mîna stranên azadiyê bêjin govend digirtin. 


 REQA