
Pêr di saetên êvarê de li derdora gundê Sûsik û Melûh El-Qemer ên Girê Spî (Til Ebyedê) di navbera şervanên YPG’ê û çeteyan El Nusra de pevçûn derket. Hat ragihandin di van pevçûnan de 7 endamên komên çete hatin kuştin.
Li gorî agahiyan li gundê Melûh El-Qemer a Til Ebyedê dê jî di navber şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ/El Nusra pevçûn derketine. Li gorî agahiyên hatine bi dest xistin di van pevçûnan de jî 3 çete hatine kutşin. Hat aşkerakirin ku şerên li van gundan cih bi cih berdewam dike.
Gundê Çafa hate rizgar kirin
Piştî ku gundê Elok di 18’ê îlonê de ji destê çeteyan hat azadkirin, pêr bişev jî gundê Çafa ji komên çete hat paqijkirin. Hêzên YPG’ê li derdora gundê Çafa ya Serêkaniyê 7 nevendên komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam (DAIŞ)/Cebhet El-Nusra bidest xist. Li gorî agahiyên nûçegihanê ANHA’yê bidest xistine, operasyona YPG’ê ya li gundê Çafa saet di 23.30’an destpê kirbû. Di operasyonê de gundê Çafa bi temamî ji komên çekdar hatibû rizgarkirin. Piştî rizgarkirina gund operasyona YPG’ê di navbera Çafa û Mişrafa de dom kir. Di operasyona hate niha didome hate zanîn 7 baragehên komên çekdar yên li derdora gundê Çafa hatin rizgarkirin. Hate hîn bûn ku di şerên ku hîn didomin de li baragehên komên çeteyan de Hawanek, wesayîtek leşkerî, gelek cebilxane û çek hatine destserkirin.
YPG’ê di rizgarkirina gundê Çafa de şevê din 6 wesayîtên ku doçkayên 14.30 li ser bûn û 2 motorsiklet hatin desteserkirin, wesayîtek hate rûxandin, gelek cebilxane hate bidestxistin.
Piştî azadkirina gund operasyona YPG’ê di navbera Çafa û Mişrafa de dom kir. Di vê operasyonê de jî 2 noqteyên çeteyan hatin bidestxistin. Li gorî agahiyên gelek cebilxane jî hat bi dest xistin. Her wiha hat gotin ku gelek kuştî û birîndarên komên çete çêbûne, lê agahiyên zelal nehatin bi dest xistin.
Sîxurek hate girtin
Hêzên Asayişa navçeya Cindrêsê ya Efrînê, endamekî koma çete a bi navê ‘Şuheda Iwêcil’ ku karê îstixbaratê dikir, girtin. Hat ragihandin kesê hatiye girtin navê wî Hesen Sêfo ye endamên tabûra ‘Şuheda Iwêcil’ ye, dema li navçeryê karê îstixbaratî dikir, ji hêla Asayîşê ve hatiye girtin.
Çavkaniyên Asayişê diyar kirin ku Hesen Sêfo, ji gundê Kefernayê ya Helebê ye li herêmê karê îstixbaratê dimeşîne. Çavkaniyên Asayîşê aşkera kirin ku bi kesê girtî re şûrek, hebên hişbir, kabloyeke ku ji bo îşkenceyê tê bi kar anîn, lîsteyeke navan, rutbeyeke leşkerî, erebeyeke Fiyato û hin belgeyên girêdayî tabûra ‘Şuheda Iwêcil’, hatine desteserkirin. Asayişê diyar kirin ku belgeyên ku hatine girtin, aşkere dikin ku tabûra behsa wê tê kirin girêdayî rejîma Baasê ye.
Li Helebê 8 êrîşkar hatin kuştin
Hate hînbûn ku di pevçûnên pêr êvarê li taxaên Seken Şebabî û Eşrefiyê 8 endamên komên çekdar hatine kuştin. Li aliyê din jî di encama topbarana komên çekdar ên li ser taxên Kurdan yek jê jin, 2 sivîlan jiyana xwe jidest dan û 2 kes jî birîndar bûne. Li gorî agahiyan komên çekdar ên bi ser Artêşa Azad ve ji aliyê taxa Seken Şebabî û ji derdora nexweşxaneya Henan a li taxa Eşrefiyê êrîşê pêk anîn. Li ser bersivdayîna şervanên YPG’ê de pevçûn heta saet 03.00’an dom kir. Hate hînbûn ku di encama pevçûnan de 8 endamên komên çekdar hatine kuştin û gelek çekdar jî hatine birîndarkirin.
Topbaran didome
Li aliyê din komên çekdar ku li berxwedana şervanên Kurd nikarin têkevin taxên Kurdan, bi tang û topên hawanan taxên Kurdan topbaran dikin. Hate zanîn ku di topbarana şevê din de welatiyê bi navê Miheme Arif Murda(40) yê ji gundê Xirbet Şera ya Efrînê ye û jinek ku du canî bû jiyana xwe jidest dane. Her wiha welatiyên bi navê Merwan Ekaş û Rehîd Heder Ismet birîndar bûne.
Li Gundê Yûsifiyê pevçûnên demî
Hat ezanîn îro di saetên sibê de li derdora gundê Yûsiviyê yê başûrê Çilaxe, di navbera Yekînyên Parastina Gel (YPG) û komên çeteyan de pevçûn rû dan.
Hate hînbûn ku li derdora gundê Yûsiviyê yê başûrê Çilaxe, di navbera YPG’ê û komên çeteyan yê El Nusra/Dewleta Îslam Iraq û Şam de pevçûn rû dane. Li gora agahiyan pevçûn di saet 03.30 dest pêkirin û ta saet 05.00 dewam kirin. Derbarê kuştî û birîndaran de tu agahî nehatine bidest xistin.
NAVENDA NÛÇEYAN