Li gundê ermeniyan Vakifli welatiyên ermenî li gel kaoz û aloziya cîhanê kevneşopî û çanda xwe berdewam dikin. Li Bajarê hatayê ku 7 kewm di nava hev de dijîn û çanda hev diparêzin welatiyê wir ziman, çand, nasanme û alên xwe diparêze. Gundiyên Ermenî yên Vakifli hemû berhemên xwe bi xwe çê dikin û her tiştê wan xwezayî ye. Salê 400 ton portakalan îhrac dikin. Gundiyên Vakifli di sala 2005'an de xwe bi rêxistin kirin û berhemên xwe bi makaya "Vakiflı" hilberandin û pêşkêşî pazarê kirin. Welatî li aliyekî bîr, bawerî, çand û kevneşopiya xwe diparêzin, li aliyê din li gorî parastina xwezayê hilberînê dikin û cehwerê berhemên team diparêzin. Cîgirê Papazê Dêra Dayika Meryem Panos Çapar, bilûra xwe ya veşartî derdixe û ji mêvanên xwe re strana "sari gelin" dilorîne. Elena Çapar jî bi hilberina destê jinan mijûl dibe. Endama Kooperatifa Çandiniyê ya Gund Hapken Sîlahli, ilacên ziraî tîne gund.  Welatiyên gund piştî sala 2005'an piştî kermesê dest bi hilberandina reçel, şirûba konserve û hilberinên din kirin û firotin. Jina bi navê Elena Çapar, ku hilberina reçel û konserveyê dike, diyar kir ku ew behemên ku hilberandina wî dikin vedigerînin markayê û pişt re difiroşin û wiha got "Em jinên gundê Vakifli di 2005'an de li hev kom bûn û me dest bi jiyan û hilberîna kolektîf kir. Me berê kermes pêk anî. Me bi pereyê kermesê pansiyon ava kir. Eleqeya li hemberî xwarina herêmê pir zêde bû. Piştî vê kermesê me biryar da ku em jinên gund bi hevre recela tureç, reçela gwîzan, tirşa hinaran, ava mandalina, limon, tuyê rej, qerisî, şirûba konserveyan û gelek berhenên din hilberînin. Piştî me dest bi hilberînê kir em niha berhemên xwe bi marka ‘Vakifli’ difiroşin derve."  Çapar, anî ziman ku dewlemendiya herî mezin aştî û aramiya nava gelan e û wiha berdewam kir: "Niha me kooperatifa çandiniyê ya ji 49 kesan pêk tê ava kiriye. Lê li Tirkiyeyê çiftlik bi dawî bûye. Lê dîsa ji bo aştî û aramiyê em bi hevre hilberina baxçeyên team dikin. Hemû elewî, sunî, reng û baweriyên din li hev kom dibin û em bi hevre hilberînê dikin. Hemû ermeniyên herêmê li Dêra Dayika Meryem a Gundê Vakifli li hev kom dibin û di hefteya 2'emîn a tebaxê de di rezberdanê de cejnê pêk tînin. Em wê demê şahiyek mezin çê dikin. Em hatina şahiyên xwe ji sedî 80'ê didin jinên gund. Ji sedî 20'ê hatinê jî li xizmeta gund xerç dikin."
Welatiya ermenî Sara Demirci ku li gel hevserê xwe li gund dijî jî anî ziman ku berê li Çiyayê Musa gelek ermeni hebûn, lê niha ermenî li vir nema ne. Demîrcî, da zanîn ku berê li Çiyayê Samandag û Çiyayê Musa gelek ermenî hebûn û xwedî çand û baweriyek dewlemend bûn, lê niha ne wisa ne.  Welatiya bi navê Panos Çapar jî anî ziman ku ew û Kurdên zazonên Çewlîk, Êlih û bajarên din bi hezar salan bi hevre jiyane û her tim çanda hev parastine. 

DÎHA/HATAY