Kurdên Êzîdî li ser xaka xwe her tim rastî cûdakariyê û êrîşan hatiye. Êzîdî bi hezar salane li ser xaka Mezopotamyayê dijîn û her tim ji aliyê derdora xwe ve rastî cûdakariyê hatine. Li navçeya Qubînê ya Êlihê yek ji cihê Êzîdiyane û nêzî 15 gundên wan hene. Ev cûdakarî ya ber biçav jî di riya gundên misilman û Êzîiyan de derdikeve ber çavan. Di riya gundan de jî diyar e ku civaka êzidî rastî cûdakariyê tên. Li gundê Bazîwan a bi ser navçeya Qubîna Êlihê ve riya gund ne hatiye asfaltkirin û 2 kîlo metreyan riya bi kevir a şose ye. Bazîwan, 23 kîlometre ji navenda Qubînê dur e. Rê heta kîlometreya 21’emîn hatiye çêkirin û heta gundên Êzidiyan xerabe hatiye hiştin. Di vir de tişta herî balkêş jî ew e ku riya asfalt ji navenda Qubînê heta gundên Eynkelbê, Mizareş, Mezirkê û Memika hatiye asfaltkirin û jê pê ve gundên Êzidiyan Bazîwan û Duşayê tê û riya van gundan ne hatiye asfaltkirin. Riya gundên Eynkelbê, Mizareş, Mezirkê û Memika ev bû 4 sale hatiye çêkirin û di nav çar salan de xizmeta rê ji bo gundên Êzidiyan ne hatiye kirin. Di vir de jî cûdakariya li hember Êzidiyan derdikeve holê.
Riya Êzîdiyan çênakin
Derbarê riya gundê Bazîwan û Duşayê de kurê keyayê gundê Bazîwanê ku bi xwe Êzidî ye Îhsan Baş axivî. Baş, diyar kir ku ew li gundên xwe kêmbawerin û got ku nayê wê wateyê ku ji ber mirov li gund kêm bin rê neyê çêkirin. Baş, da zanîn ku ji bo mirovekî be jî pêwîste riya gundê wan jî bê asfaltkirin wiha got: “Tenê ne ji ber nexwşiya rê, dem bi dem qeza çêdibin, nexweş çêdibin ji ber vî awayî em daxwaz dikin ku riya gundên me Êzidiyan jî bê asfaltkirin. Bi taybetî li vê herema me riya gundên Êzidiyan ne hatine asfaltkirin. Ji ber ku hem em li vir ji ber baweriyê kêm in û hem jî hemû gundên me koçber bûne û hindik mane riya me bê asfalt hiştine. Em bang li rayedaran dikin ku li ser vê pirsgirêka riya gundên me rawestin.” Baş, bilêvkir ku ew naxwazin di navbera êzîdî û misilmanan de sedema asfaltê cûdakarî bêkirin û bang li rayedaran kir ku demildest riya gundê wan jî asfalt bikin.
DIHA/ÊLIH