Artêşa Tirk, piştî ku 11’ê Sibatê gundê Xirabê Bava yê li herêma Omerya ya Nisêbîn Mêrdînê dorpêç kir, hefteyek şûnde gundê Talatê yê li heman herêmê jî dorpêç kir. Wê demê yek ji fermandara HPG’ê Zinarîn Botan (Hacîre Tanhan) ku li gundê Talatê bû, li dijî êrîşa hêzên dewleta Tirk berxwedaneke bêhempa nîşan da û dastaneke din li têkoşîna azadiyê ya Kurdan zêde kir.
Fermdandar Zinarîn heta guleya dawîn li ber xwe da û li dijî gotinên ‘’radest bibe’’ bi gotina ‘’alçaxno, hûn radest bibin’ bersiv da û guleya dawî bi xwe de teqand. Wê rojê li gundê Talatê yê ku şahidî ji dastana lehengiyê ya fermandar Zinarîn re kirî, dirûşmên berxwedanê yên Zinarîn olan da.
Cêwiyê fermandar Zinarîn Botan Halîl û xwîşka wê Bedriye Tanhan fermandar Zinarîn Botan gotin, ‘’Dema ku berxwedana Zinarîn me bihîst em şaş neman, ew ji zaroktiya xwe ve xwedî karektereke wêrek bû’’ û diyar kirin heta bi dawiyê ew ê li têkoşîna wê xwedî derbikevin.
Deng û durûşmên wê olan didan
Hêzên dewletê 11’ê Sibatê ji çar aliyan ve herêma Omeryan dorpêç kir, li dijî gundê Xirabê Bava êrîş anî. Piştî van êrîşan bi heftiyekê gundê Talatê jî dorpêç kir. Zinarîn û hevrêyên wê jî yên ku li gundê Talatê bûn ji hêla hêzên dewletê ve hatine pêçan.
Cêwiyê Zinarîn Halîl wiha behsa wan kêliyan dike: ‘’Zinarîn û fermandara Soro li heman cihî bûn. Dijmin êrîşeke giran tîne, wê demê dengê Zinarîn olan dide. Gavekê jî bi paş ve navêje, li dijî gotinên ‘’radest bibe’’ ên anonsan dibêje ‘’alçaxno, hûn radest bibin’’. Dirûşmên berxwedanê yên Zinarîn li çar hêlên gund olan dide’’ Halîl dibêje, gundiyên ku van ev tişt jê re gotin, nikaribîbûn bi hêstirên çavê xwe û li pêş berxwedana lehengî ya Zinarîn hijmetkariya xwe nîşan didan.
‘Emê girêdayî têkoşîna wê bin’
Halîl û Bedriye Tanhan dibêje helbet ew pê diêşin ku xwîşka an jiyana xwe ji dest daye lê ew ê girêdayî an îdealan bin ku di rêka wan de Zinarî şehîd bûye û hewce bike ew ê berdêlan jî bidin. Xwîşk Tanhan dibêje dewleta Tirk ji cenazeyê Zinarîn jî ditirsiya, ji bo ku di dema cenaze de dirûşm neyên berzkirin û ala neyên vekirin, ji hêwa ve û bejahî ve e hatibûne pêçan. Cêwî Halîl dibêje Zinarîn li gundê ku lê hatiye dinê, Cibilgiravê ew veşartine û ew ê zilma ku di dema cenaze de li wan hatiye kirin qet ji bîr neke. Halîl Tanhan got ew li pêş bîranîna şehîdan bi hurmetdarî bejna xwe ditewîne.
SEDAT SÛR/ANF/EDENE