Gundê Xan ê Dêra Zorê ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin. Di şer de 5 çete hatin kuştin. 

Di Pêngava Bagera Cizîrê de ku di roja 61’ê de ye şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) her bi pêş ve diçin. Şervanên QSD’ê pêr bi şev ji bo rizgarkirina gundê Xanê ê ku bi 32 kîlometreyan li rojhilatê Dêra Zorê ye, êrîş birin ser çeteyên DAIŞ´ê.

Di encama şerê giran de gund ji çeteyên DAIŞ’ê hate paqijkirin. Li vî gundî di şer de 5 çete hatin kuştin. 


DÊRA ZORÊ