Demeke çapemeniya ser bi PDK’ê bi awayekî gelekî dûrî exlaq û pîvanan, dûrî her cure pîvanên welatparêzî û netewî bi eşkere dijberiya Tevgera Azadiya Kurd dike. Berdevkiya Erdogan û siyasetên wî yên îmha, tinekirin û qirkirinê dike. Ragihandina PDK’ê bi zimanê Kurdî xizmeta Tirkitiyê spî dike. Bêguman xuya dike ku ji bo çi hatiye damezrandin. 

Di van demên dawî de tişta herî balkêş a ku ragihandina PDK’ê ji xwe re kiriye kar û 24 seatan propagandaya wê dike, dîsa dijberiya raste rast PKK’ê ye. Êdî bila kes dijberiya ku PDK bi PKK’ê re dike wek dijberiya di asta hizbayetî û şerê du partiyan nebîne. PDK dijberiya doza rewa ya gelê Kurd li hemû parçeyan dike, ji ber PKK pêşengiya vê têkoşîna rewa dike, bi xwezayî dijberiya PKK’ê dike. Jixwe çima PKK gihiştiye vê astê, kula mezin a li ser dilê rayedarên PDK’ê û dewletên hevkarên wê ne. Konsepta ku bi berxwedana Bakurê Kurdistanê û şoreşa Rojava ve li hember Tevgera Rewa ya Gelê Kurd ve destpêkiriye, bi hemû qirêjiya xwe berdewam dike. Em êdî behsa deriyê Sêmalka nakin, behsa Şengalê û helwesta PDK’ê ya li wir jî nakin. Êdî em behsa wê ku çawa petrola ji vir diçe, dibe xeta jiyanê ya AKP’ê û xwîna ciwanên Kurd dirijîne. Di van hemiyan de PDK sinor nas nake û bi berdewamî siyaseta xwe ya bi salan berdewam dike. 

Behsa ku ez îro ji we re bikim, divê careke din me bi xwe bihesîne û PDK nûnertiya kê li Başûrê Kurdistanê dike. Demek ku êrîşên hewayî yên artêşa Tirk bi dijwarî li ser herêmên parastina Medya çêdibe. Ji sedî 80 agahiyên îstixbaretî yên ku li ser van herêman ji Tirkan re diçe, PDK dide. Ji bo PKK ji herêmê derkeve, her rêbazî diceribîne. Wek mînak di ragihandinên xwe de navê hemû gundên herêmên parastina Medya rêz dike. Wer nîşan dide ku ev gund hemû gundên PDK’ê ne û PKK ew gund dagir kirine. Dayîna navê gundan û hêjmara wan bi eşkere hedefgirtina cihên sivîl ji bo balafirên şer ên Tirkan e. PDK cih û warên xelkê sivîl ê Başûrê Kurdistanê ji Tirkan re hedef nîşan dide û vê jî di bin navê ku PKK lê ye, dike. Armanca sereke ya vê yekê ew e ku PKK neçar bimîne axa Başûrê Kurdistanê biterikîne. Di rewşekî ku hebûna PKK’ê li herêmên parastina Medya garantiya hebûna Kurdan di sê goşeya welatên dagirker Îran, Iraq û Tirkiyê de ye. Êdî ev rastiya ku PKK bi gel re bûye yek û ne hizbeke biçûke ku bi çend bombeyan xilas bibe. Ji xwe ezmûnek partiyên desthilatdar ên Başûr di marjînalkirina partiyên Rojhilat, Rojava û Bakur de heye. Gelek partî di bin destê wan û di kampên wan de marjînal bûn û êdî hêza wan ya têkoşînê nema. Ev jixwe plana sereke ya dagirkerên Kurdistanê ye û partiyên Başûr vê pêk tînin. Lê belê xafil ji wê ku PKK ne partiya kampên westandin û bêhnstendinê ye. PKK partiya hemû parçeyên Kurdistanê ye ku di her şert û mercan de derî û sînoran vedike, ji xwe re rêya ku guncav dibîne  peyda dike. PDK bi vê siyaseta xwe di serî de zirarê dide gelê Başûrê Kurdistanê bi taybet xelkê ku wek girseya xwe dibîne. Wek bi caran jî tê gotin, Kurdistan milkê kesî nîne, ya ked bide, xwîn birijîne û xwedî li gel derbikeve, jixwe gel bi xwezayî wê himbêz dike û deriyê xwe li ser vedike. Deriyê hemû Kurdistanê li ser PKK’ê vekiriye. Bi qewitandina hinek partiyan PKK ne xilas dibe ne jî ji mala xwe dibe. xwediyê Kurdistanê gelê Kurd û pêkhateyên tê de ye. Xwediyê malê dizane kê mêhvane kê xwediyê male.