Hêzên dewleta AKP'ê ji bo şoreşa Rojava bifetisînin, bi her awayî êrîş dikin. Ji qereqolên Komîd, Bezkê Reş û Olkê Mecîd leşkerên Tirk doh bi şev bi çeka BKC gule li gundên Çeqela û Qermîtliq ên navçeya Efrînê Şiyê reşandin. Bi lihevhatina bextêxweş tiştek bi kesî nehat.
Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin, ku leşkerên Tirk hêzeke mezin li ser sînor civandine û her tevdigerin.
Sivîlek din bi guleya AKP’ê birîndar bû
Li Girê Spî jî pêr bi êvarê, dema welatiyê bi navê Mihemed Resûl (32) erdê xwe yê li gundê Til Findirê, 7 km dûrî rojavayê Girê Spî û nêzî sînorê Tirkiyeyê, av dida, ji aliyê hêzên AKP’ê ve hat gulebarankirin. Di encamê de Mihemed ji herdu piyên xwe birîndar bû. Xelkê deverê Mihemed rakirin nexweşxaneyê û ew li wir tê dermankirin.
ANHA/EFRÎN/GIRÊ SPÎ