Zozanîyê li zozanên Memkan ji ber topbarandina dewleta Îranê ji zozanên xwe koçkirin û mal baxç û lawirên xwe bê xwedî hiştin. Koçerê bi navê Emîn Xidir Aras hestên xwe anîn ziman û diyar kir ku dewleta Îranê her sal êrişî gund û zozanên wan dike û wiha got: „Em nikarin weke mirovan bijîn. Di vê germahiya havinê de nehiştin em li zozanên xwe bijîn. Lawirên me hemû hatin kuştin, baxçeyên me hemû ji ber topbaran xirabûn.“

‘Çima Mam Celal bêdeng e’
Emîn Xidir Aras, anî ziman ku her sal rastî bombebarana Îranê tê û wiha axivî: „Hinek caran hikûmeta herêmê hinek car ji dewleta Îranê topan li me dibarîne. Em nikarin li ser axa xwe jî bijîn. Lê mixabin kes dengê xwe li hemberî vê yekê derxane û bêdeng in.“
Koçera bi navê Xatûn Omer jî anî ziman ku ew ji ber van êrîşên Îranê û herêmê perîşan bûne û wiha got: „Birayekî min di nava YKN’ê de şehît ket. Me gelek şehit mal û canên xwe dane. Lê minxabin heya niha ji bo me tiştek nehatiye kirin. Îran û Hikûmeta Herêmê me dide ber bombeyan, lê mixabin Mam Celal li hemberî vê yekê dengê xwe bilind nake. Li şûna bertek nîşan bide piştgiriyê dide Îranê.“

‘Em di bin guleyan de dijîn’
Koçebar bi navê Ayşê Abdulah ji nerazibunên xwe li dijî Îranê anîn ziman û destnîşan kir ku Îranê hemû cih û warê wan wêrankir û şewitand. Abdullah, da zanîn ku carek Hukmeta Herêmê Federal warê wan şewitand û niha jî Îran dişewitîne û wiha got: „Em her sal di bin topbarane de dijîn. Hemû bax û baxçeyên me mal û warên me wêran kirin. Zarokên me ji tirsan nikarain razên, Em dê heta kengî di vê rewşê de bijîn?“ Abullah, da zanîn ku ne zivistanan û ne jî havinan nikarin jiyanek aram derbas bikin. Abdullah, xwest ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Mesut Barzani li hemberi vê yekê bêdeng nemînin.


PÎROZ ORHAN/ DERYA GULTEKİN/ DÎHA/HEWLÊR