Gundiyên Şelazê, Kestê û Orê yên ku bax û baxçeyên wan ziyan girtine, zeviyên wan şewitîne, nerazîbûnên xwe ji ANF’ê re vegotin.

'Bila ji ser xaka me rabin'
Ji gundê Şelazê yê ku debara wan li ser bax û baxçeyan e, Mam Mihemed dibêje ku beşek mezin a zeviyên wê ji aliyê yekîneyên baragehên artêşa Tirk ve hatine şewitandin. Mam Mihemed ê ku debara xwe bi hilberandina hilo, xox, behîvan dike, nerazîbûna xwe ya li hemberî artêşa Tirk nîşan dide. Mam Mihemed dixwaze ku artêşa Tirk tavilê Başûrê Kurdistanê biterikîne û wiha didomîne: “Artêşa Tirk a baregehên xwe li Kanî Masî û Bamernê danîne, ji qereqolên sînor xaka me bombebaran dikin. Bila zû xaka me biterikînin. Em bi salan di bin zextên rejîma BEAS’ê de jiyan, niha jî dora zilma dewleta Tirk e. Dixwazin me ji xaka me derbixin.”

'Ger pêwist be emê şer bikin'
Her wiha gundiyê bi navê Ebdulrehman ê ji gundê Kestê jî bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ku li xak, gund û welatiyên xwe derbikeve û diyar kir ku divê ji bo kuştin û bûyerên diqewimin bê deng nemînin. Ebdurehman wiha bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir: “Ger ew bi xwe mudaxele nakin, tiştek nakin, bila pêşî li gel vebike, wê gel tişta pêwîst bike. Ger pêşiya gel vebikin, wê gel piştgiriyeke xurt bide wan. Bila mîna wesayîtekê xerabe li pêşiya gel ranewestin. Lê ger bibêjin ‘Em ê ligel gelê xwe bin, em jî weke gel alîkariya pêwîst bidin. Kesên ku ne ligel gelê Kurd bin, em jî ligel wana cih nagirin û piştgirî nadin wan. Bila xwe bi dewletên Îran û Tirk nedin karanîn. Em êdî naxwazin zarokên 6 mehî û jinên ducanî bimirin. Dewleta Tirk vê yekê li Qendîlê kir. Piştre jî derew dike û dibêje min tiştek wiha nekiriye.”
Her wiha ji gundê Orê gundiyê bi navê Sadiq jî diyar dike ku armanca dewleta Tirk ne ew e ku li dijî PKK’ê şer bikin, armanca wê ew e ku gelê Kurd biperçiqîne. Sadiq wiha didomîne: “Dewleta Tirk dijminê Kurdan e. Ji sala 1991’ê ve xaka Başûrê Kurdistanê bombebaran dike. Operasyonan li dar dixe. Me di encama operasyonên li ser Metîna, Zap, Xakûrkê û gelek cihên din de şehîd dane. Xaka me mayîn kirin, mayîn bi welatiyên me ve teqiyan. Du zarokên me yên 15 salî ji ber topan jiyana xwe ji dest dan. Şivanên me jî her wisa. Heta ku topbarana artêşa Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê berdewam bike, wê nerazîbûnên Kurdan ên li her çar parçeyên Kurdistanê li hemberî dewleta Tirk bidomin. Ger pêwîst be, em ê ji bo xaka xwe xwîna xwe birijînin. Li Qelendera Çelê û Kanî Masiyê qereqolên artêşa tirk hene. Leşkerên van qereqolan mirovên sivîl dikujin. Em wana li ser xaka xwe naxwazin. Em bêjin, milîtanên PKK’ê çekdar in, ger bi wana re şer bikin, mirov dikare wate bidiyê. Lê çi sivîlan dixwazin.”
Her wiha ji gundê Orê, gundiyê bi navê Şehbaz artêşa Tirk şermezar dike û dibêje; “Em weke gelê Kurd ji Tirkan tu tiştekê naxwazin. Em tenê daxwaza gelê xwe dikin. Erdogan dibêje ku ew ê operasyonan li dar bixin. Em amade ne, ger operasyon pêk were em ê wana pêşwazî bikin.”

Ên herî mexdûr jin û zarok in 
Ên herî zêde ji şer ziyanê digirin û bedelên herî mezin didin dayîk in, û dayîk ji ber van bûyerên diqewimin pir hêrs in. Dayîka bi navê Fatma Remezan a ji gundê Orê diyar dike ku ew êdî şer naxwazin û dibêje;  “Êdî em naxwazin dayîk artêşa Tirk xaka me bide ber topan û bi balafirên şer zarokên me kujin. Ji ber tirsê zarokên me nikarin di gundan de bimîn. Ne neçarin ku zarokên xwe ji ber balafiran birevînin. Vê derê xaka pîr û kalên me ne, em nikarin li ser xaka xwe bi aramî bijîn.”
Hekîmeyê jî heman nerazîbûnan nîşan da û diyar kir ku ew ji top û balafiran ditirsin, û got; “Tirk l ime dixisin. Eziyetê bi me didin kişandin. Beriya çend rojana jî hatin nava gundê me û xwestin me bitirsînin. Me wana ji gund qewitand. Xaka me bombebaran dikin. Em nikarin xwe û zarokên xwe biparêzin.” Her wiha zarok jî di nava şer de dijîn. Nikarin xwe biparêzin û biçûk in. Dibêjin ku ew nikarin birevin çiyayan. Der barê balafir û topbaranan de tenê sê gotinan dibêjin “Em digirîn, direvin û ditirsin.”


EKÎN ADA - ANF-BEHDÎNAN