Gundê Zelê yê Qendîlê bûye hedefa sereke ya artêşa Îranê. Gundên başûrê Kurdistanê yên girêdayê Qeladîzê, Alî Reş, Zewkê, Sûnê, Serxan, Soregule û Bestê tên bomberankirin. Di encama van êrîşan de li gundê Alî Reş agirê ku derketibû hêj didome. Bax û baxçeyên gundiyan zirareke mezin dîtiye. Li gundê Sunê jî di encama êrîşê de bi hezaran sewal telef bûn. Her wiha di van êrîşan de jina bi navê Menîc Omer Îbrahîm birîndar bû û ligel vê mizgef û gelek xaniyan jî xesarên mezin dît. Topa hawanê îsabetê dibistana gudnê Sûnê bû û guleya hawanê jî kete malekî. Li Gundê Serxan û Zewkê jî bi hezaran zeviwayan zirar dît. Gundiyên ku li Qada Zelê dijîn ligel hemû êrîşan gundên xwe vala nekirine.
Du sed malbatên gundê Sunê 4 km ji gund dur kon vedan. Gel niha di konan de dimînin. Gundiyên ji bo baxçeyên xwe diçin gund jî bi xetereyên mezin re rû bi rû ne. Gundiyên ku bi îradeyeke mezin têkoşîna xwe didomînin, ji berxwedana gerîlayan jî gelek kêfxweşin.
ANF/QENDÎL