Beriya bi sê salan dema ku çeteyên DAIŞ´ê li Şengalê fermana 3´yan rakirin, pêşmergeyên PDK´ê yek gule li dijî wan neteqandin, xelkê Êzîdî jî bi qirkirinekê rûbirû hişt. Ev şerma ha hîna jî bi PDK´ê û malbata Bazarnî ve ye. Niha jî raporeke li ser Şengalê eşkere bû ku ev du sal in, malbata Barzanî û PDK wê vedişêrin. Pêş eşkere dibe ku şerma wan ji ya dihat zanîn jî girantir e. Ne 12 hezar pêşmergên wê lê 18 hezar pêşmergeyên wê reviyane.

Li gorî raporeke li Başûrê Kurdistanê hatiye amadekirin, di dema destpêka dagirkeriya DAIŞ’ê ya li Şengalê de ango dema fermana 73´yan de 18 hezar pêşmergeyên PDK’ê li bajêr û herêmê hebûn û bêyî ku guleyekê jî biteqînin, ji herêmê reviyane. Ev agahiyên di raporê de heta niha ji aliyê malbata Barzanî û PDK´ê ve veşartî dihate girtin. 


 Fermandarên wan jî ew jî reviyan

Di rapora têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên 3'ê Tebaxa 2014'an de, hat ragihandin ku li Şengalê, bajarok û gundên wê 18 hezar pêşmergeyên PDK´ê hebûn.

Televîzyona KNN’ê diyar kir ku heyeta ji 500 kesî ya ji Wezareta Edaletê, Wezareta Karên Hundir, Wezareta Pêşmergeyan û Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê pêk tê, li ser encamên lêkolînên xwe di Îlona 2015'an de raporek amade kir û pêşkêşî Serokatiya Herêma Kurdistanê kir.

Tevî ku di ser komkujiyê re 3 sal û di ser amadekirina raporê re 2 sal derbas bûne jî, rapor hê nehatiye eşkerekirin. KNN'ê naveroka raporê û navê fermandarên pêşmergeyan ên di dema dagirkeriyê de li herêmê bûn weşand û diyar kir, dema DAIŞ'ê êrîş kir, 18 hezar hêzên pêşmergeyên PDK'ê li herêmê hebûn.


Gunehkarên Barzaniyan ev in 

Li gorî nûçeyê, di beşa eskerî ya raporê de, di dema komkujiyê de ev hêzên PDK'ê li herêmê bûn:

Li herêma Rebîayê, hêzên Zêrevanî (Hêzên taybet ên PDK'ê) yên bi fermandariya Mûsa Gerdî, Hêzên Lîwa 17'an a Şengalê ya bi fermandariya Serbest Bapîrî, Hêzên antî terorê yên Şengalê yên bi fermandariya Wehîd Kovlî, Hêzên Duhokê yên bi fermandariya Şêx Elo, Hêzên Zêrevanî yên bi fermandariya ji fermandarên Zêrevanî Seîd Kêsteyî, Yekîneyên Zêrevanî yên 14. ên bi fermandariya Hemîd Hecî Xidir.

 

18 hezar caran xiyaneta Barzanî

Di vê beşa raporê de tê destnîşankirin, ku di dema fermanê de 18 hezar hêzên pêşmerge ên PDK'ê li Şengalê bûn û ev hemû hêz jî bi Serokê Îstîxbarata PDK'ê (Parastin) kurê Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî, Mesrûr Barzanî ve girêdayî bûn. 


Rapora qirkirinê

Li gorî nûçeyê, têkildarî aliyê însanî û encamên komkujiyê di raporê de ev agahî hatin dayin:

 6 hezar û 417 kes ketin destê çeteyên DAIŞ’ê, bi aqûbeta 3 hezar û 325 kesan hîna nayê zanîn, li 45 gorên komî cenazeyên Êzidiyan hatin dîtin, Tenê di dema komkujiyê de hezar û 293 kes hatin kuştin, 380 hezar kes ji cih û warên xwe bûn û bûn penaber, piştî komkujiyê 100 hezar Êzîdiyî Herêma Başûrê Kurdistanê terikand, hezar û 770 zarok bê bav man, 427 zarok bê dê man, 365 zarok bê dê û bê bav man, 65 cihên pîroz û goristanên Êzidiyan ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin teqandin. 


 ROJNEWS/HEWLÊR





Nêçîrvanê derewan gunehê te ê te ye


Nêçîrvan Barzaniyê ku yek ji berpirsiyarên sereke ye di ferman 73´yan de, di sêyemîn salvegera fermanê de li Duhokê peyivî û gunehê xwe xist stûyê hikûmeta navendî û hêzên navneteweyî. 

Nêçîrvan Barzanî îşaret bi sedemên qaşo bi her kesî ne eşkere kir û got, "Bi rêyên gelek cuda, me bizav dikir çek bikirin, sîstemeke baş a bergîriyê peyda bikin. Helbet lazim e ev ê bibêjim, ev bizavên me bi nihênî dihatin kirin. Lê her dem sedemên siyasî yên navdewletî, dibûn asteng li ber bizavên me. Ku me çekekê baş hebin, yan bişên rastî sîstemekî serdemiyane ya bergîrî ava bikin, bo bergîriya li miletê xwe û welatê xwe.”

Lê Barzanî hîç behsa wê nekir, ka çawa gerîlayên HPG´ê û şervanên YPG/YPJ´ê yîn bi sîlehên sivik çawa dikarin bergiriyê li Êzîdiyan bikin, bipêşveçûna DAIŞ´ê li Şengalê rawestînin û çiyayê Şengalê bi pirranî biparêzin. Bi her halî uzra wî ji gunehê wî jî girantir e.