Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Çalakiyên gerîlayan ên li dijî agahînegirtina ji Rêber Apo her ku diçe zêde û belav dibin.”
Li gorî daxuyaniyê li Şemzênanê “3’yê Îlonê artêşa TC li herêmên girê Şehîd Silav û Girê Guneylik, devera Herkî ya li herêma Şemzînan a Colemêrgê bi cih bûye. Yekîneyên me saet 13:00’an ji sê aliyan ve çalakiyeke bi dizî pêk anî.” Di vê çalakiyê de aliyê yekemîn 5 çeperên artêşa Tirk bi temamî îmha kirin, yekîneyên HPG´ê çûn ser cenazeyê 15 eskerên Tirk. Daxuyiyê wiha dewam kir: “Aliyê duyemîn ê çalakiyê jî eskerên li çeperekî kom bûbûn dike hedef û lê dixe. Li vir leşkerek tê kuştin û 2 jî birîndar dibin. Aliyê 3’emîn jî girê Guneylik û derdora wê bi çeka RPG-7 û bi çekên ferdî bi xûrtî derb dike. Li vir hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehatin zelalkirin.”


Eskerekî payebilind hat kuştin

HPG´ê da zanîn piştî çalakiyê artêşa Tirk hewl da êrîşî girê Silava bike û di vê çalakiyê de fermandarê eskeran hatiye kuştin.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: “3’ê Îlonê saet 15:00’an, yekîneyên me bi çekên giran li dijî eskerên qereqola Oremar û eskerên li derdora devera Şehîd Gafûr a Oremar ya li navçeya Gever a Colemêrgê çalakiyek li dar xist. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên eskerên TC nehate zelalkirin.”


Li Çelê Artêşa Tirk  bê hewar ma

HPG´ê da zanîn ku şer û operasyonên li der dora kelha Ertûş a girêdayî navçeya Colemêrgê Çelê jî dewam dike û ev agahî dan: “3’yê Îlonê yekîneyên me li der dora Kelha Ertûş û Çeko, Şehîd Cihat û Şehîd Colemêrg li dijî eskerên TC çalakiyeke xurt li dar xist. Di şerê li vir de ji 45´an leşkeran zêdetir esker hatine kuştin û bi dehan esker jî birîndar bûne.”
HPG´ê wekî din da zanîn ku heman rojê obûs û hewanên herêma Qereqola Êrîş bombekirin, hatine bombekirin û derb li wan hatine xistin.
Li Tetwan
û Colemêrgê çalakiyên YPS´ê
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê jî da xuyakirin ku endamên YPS’ê li dijî nuqteya kontrolê ya li Tetwanê bi roketan çalakî li dar xistiye. Endamên YPS’ê her wiha li dijî lojmanên polîsan ên li Colemêrgê jî çalakî li dar xistine.
Li gorî vê li navenda Tetwanê; 31’ê Tebaxê bi şev YPS/YPS-JIN’ê li taxeke ku endamên wan kontrolkirî, bi hêzên dewleta Tirk re ketine şer. Hingê nuqteya kontrolê ya li Tetwanê bi roketan hatiye derbkirin û 3 esker hatine kuştin. Kordînasyona Giştî ya YPS´ê da zanîn ku li heman cihî, wesayîteke zirxî ya Kobra jî bi roketan hatiye rûxandin û hejmara kuştî û birîndaran nehatiya zelalkirin. Di heman şerî depanzerek jî hatiye derbkirin.
YPS dide zanîn ku 31’ê Tebaxê yekîneyên wan li navçeya Mêrdînê Qoserê endamekî ewlekariyê kirin hedef û ew kuştine. 29’ê Tebaxê jî li navenda Colemêrgê YPS´ê “kontrayê bi navê Sadî Ozatak” kuştiye.
Daxuyaniya YPS wiha bi dawî dibe: “30’ê Tebaxê li Taxa Berçelan a Colemêrgê yekîneyên me bi çekên ferdî li bargeha eskerî dan. Di heman demê li dijî lojmanên polîsan a li nêzî Otela Şenler jî dan. Li vir avahiyek hilweşiya. Têkîldarî hejmara kuştî û birîndarên çeteyan agahiyên zelal nehatin wergirtin.”