
Şervanên QSD‘ê û Meclîsa Eskerî ya Dêra Zorê gundê Tabarayyâ ku 5 kîlometreyan li bakurê navçeya Siwardeyê ye, rizgar kir, li gundê Xeribê jî dema nûçeya me dihat amadekirin, şer bi giranî dewam dikir.
Pêngava Bagera Cizîrê dewam dike. Şervanên QSD‘ê û Meclîsa Eskerî ya Dêra Zorê, gundê Tabarayyê yê 5 kîlometreyan li bakurê navçeya Siwardeyê ku beriya niha dor lê girtibû, rizgar kir.

Şervanan her wiha erebeyeke teqemeniyê û cenazeyên du çeteyan tevlî rext û çekên wan desteser kirin. Piştî rizgarkirinê şervanan dest bi paqijkirina gund ji mayînan kir.
Di başûrê Şirketa Petrol a Cefir de jî ev sê roj in di navbera şervanên Bagera Cizîrê û çeteyên DAIŞ’ê de şerê giran rû dide.
Li gundê Xeribê yê 14 kîlometreyan li bakurê bajorokê Siwarê, di navbera şervanên QSD´ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerekî giran dest pê kir û dema nûçeya me dihat amadekirin jî vî şerî dewam dikir. Di şer de ku dewam dikir, li vê dêre cenazeyêkî çeteyan tevî rext û sîleha xwe ket deste şervanan.
DÊRA ZORÊ