Dayikên laçik spî doh li ber avahiya AKP’ê ya li Amedê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Lê dewleta Tirk xwe li dayikên Kurd ranegirt, bi polîsên xwe yên dagirkeriyê destwerda çalakiyên dayikên Kurd û 3 dayikên laçik spî jî destgîr kirin.
Dayikên laçik spî yên li Amedê li ber avahiya AKP’ê ya Amedê doh dest bi çalakiya rûniştinê kir. Dayikan pankarta li ser nivîsandî “Dayik aştiyê dixwazin” hilda. Lê polîsên dewleta Tirk a dagirker di cih de dor li dayikan girt. Bi ser de jî
Polîsên Tirk her wiha nehiştin ku rojnamevan jî çalakiya rûniştinê ya dayikan bişopînin; polîsan nehişt rojnamevan xwe nêzî avahiya AKP’ê ya bajêr bikin.
Êrişî dayikan kirin
Polîsan dest werda çalakiyan dayikên laçik spî û xwest wan li dolmîşê siwar bike. Lê dayikan nexwest li dolmîşê siwar bibin û wan li wir li ber xwe da. Di êrişa polîsan de 3 dayik hatin destgîrkirin. Gava nûçeya me dihat amadekirin, zelel bûbû ku yek ji dayikên destgîrkirî Aysel Tufan e.
AMED