Dîroka birêz Haci Ҫelik bûye yek ji mînakên gelê Kurd. Di sala 1999´an de birêz Haci Ҫelik bi govend û şahiyekê mezin tevî hevalên xwe ji bo aşitîyê li ser bangawazîya birêz Abdullah Ocalan çû Tirkiyê û li wê derê hatin girtin. Bi salan grûpa aşitîyê di zindanê de man û di roja 19'ê Îlona 2012 an de, piştî 13 salan birêz Haci Ҫelik hate berdan. Lê hê jî hevalê Haydar Ergul yê berdevkê koma aştiyê di zindanê de ye û nehatiye berdan.
Di roja 19'ê Îlonê de ez û malbata birêz Haci û hemî hevalên wî çûne pêşiya zindana Koçalî ya Kandirayê. Dema em li pêşiya zindanê bûn ez gelekî xemgîn bûm, ji ber ku derdorê min hemû zindan bû û hemû hevalên min yên rojnamevan û parêzvan û herwiha siyasetmedarên din li derdora min bûn, lê belê diwarê zindanê di navbera me da bû. Min destê xwe dirêjî wan kir, lê têla zindanê destê min girt. Ez diqîrim, lê bersiva min nayê! Ez li derî dinêrim, bi seatan disekinim û dibêjim ewê a niha ji derî vekin û werin cem min, lê belê derî venabe. Min tenê keça rojnamevan Ismail Yildiz ya sê mehî li ser milê dayika wê dît, di baranê de ji hevdîtinê dihat û li benda otobusê bû ku dîsa vegere malê. Ev tradîjîyeke gelê Kurd e, ku zarokeke sê mehî ji bo hevdîtina bavê xwe 8 seat rê diçê û tê. Bi salan e ku zarokên Kurd li ber deriyên zindanan mezin bûne. Dema di sala 1999´an de birêz Haci Ҫelik çû, keça wî Zîlan 2 salî bû. Ev bû tam 13 sal ku Zîlan bavê xwe nedîtbû û di roja 19'ê Îlonê de cara yekemîn bavê xwe dît û hembêz kir. Ji alîyekê ve ez gelekî kêfxweş bûm ku min hevalê Haci dît, ji alîyê din ve jî ez gelekî xemgîn bûm ku hevalên min yên din di hûndûrê zindanê de mane. Sûçê wan insanan çî bû? Tenê ji bo xebatên aşitîyê berê xwe dane Tirkiyê, lê belê ji ber daxwaz û hewldanên aştiyê wî 13 salan xistine zindanê. Di nav wan 13 salan de Zîlan ji bo serdana bavê xwe çû zindanê, lê belê li zindanê nehiştîn ku bavê xwe bibîne. Ev dîrok gelek caran hatiyê dubare kirin û bi hezaran insan niha di zindanê de ne.
Ji 12´ê Îlonê ve li gelek zindanên Tirkiyê û Kurdistanê, bi sedan hevalên me yên li girtîgehan ketine greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger. Ez dixwazim bibêjim ku bi hemû awahî ez piştgiriyê didim û çalakîya wan sîlav dikim. Ez hêvîdarim ku dewlet rojek berî rojekê bersiv bide daxwazên wan çalakvanan. Ez di dawiyê de ji bo hevalên min yên di zindana Koçalîyê ya Kandirayê de dixwazim bêjim ku ez bi hêvî û daxwaza ku ez we bibînim hatim, lê rêveberiya girtîgehê qebûl nekir ku ez serdana we bikim. Ez gelekî xemgîn bûm, lê belê ez dibêjim ku dilê min hertim li cem we ye û ez hêvîdarim ku rojek berî rojekê em di rojên azad û rewşeke azad de hevdû bibînin û hembêz bikin.
Aqûbeta azadîya birêz Haci Ҫelik li hemû girtîyên zindanê be! Tevî birêz Abdullah Öcalan!
Haci Çelik