Evzêdetirî du salan e ku berpirsyarên hikûmeta Îranê li Urmiyê, îzna beşdariya di weşangehên Kurdî ên parêzgeha Kurdistanê li vî bajarî, nadin. Berpirsê weşangeha Aras, ev kar wek dij-qanûnî bi nav kir û xwest birêveçûna salane ya pêşangeha pirtûkan li Sine, wekî hemû bajarên Îranê be û got, ev daxwaza weşangeran e. Saedî Secadî jî dibêje, tevî ku wan destpêka Tebaxê beriya bi çar salan, daxwaza destûra çapkirina 30 pirtûkan kir jî, lê hîna jî bersiva wan nehatiye dayîn. Wekî din di dema serdana behsa wê kirî a berpirsên karûbarên çandî a Wezareta Çandê weşangerên li pasaja Îzetî li Sinê, îşaret bi zehmetiyên darayî û amlî kir û gotin, ji ber vê jî ew êdî nikarin pirtûkên nû çap bikin. Li se rmijarê weşangeran gazin ji bilind bûna bacê kiriye. Weşangeran wekî din gazin kir ji bicihkirina hevoka “taybet bi Suniyan” li ser pirtûkên Kurdistanê, û gotin, ev yek xwendevanên pirtûkên Kurdî sînordar dike û wan û pirtûkan der dike.
SINE