Halîm Dener ê ku berî 25 salan ji alî polîsên Elman ve hatibû kuştin, li bajarê Hannoverê pêr bi meşeke hat bibîranîn. Meşa ji Georgsplatz heta meydana Steintor dewam kir ku Helîm Dener li vê meydanê hatibû kuştin. Xwepêşandaran kulîk danîn cihê ku Halîm Dener bûbû hedefa guleyên polîsan. Her wiha di meşê de alên ERNK´ê jî hatin rakirin û qedexeya li ser PKK’ê hate rûreşkirin.
HANNOVER