Bi tîrêjên rojê re, ava Çemê Zapê diherike ser çol û zozanên Metîna, Garê û navsera Çiyayê Kurê Jaro. Her tiştê xwe ji nû ve bi rengê keskesorê dixemiland û cihê xwe di ferhenga xwezaya bi xêr û bêr de digirt, bi şanazî û xweşikbûna xwe dibû navenda her dîtineke ku mirov ji şemala wê sermest dibe. Erê çiyayê Zengil, dema ku mirov ji navsera perên te xwe digihîne erşê ezmanê bêbinî û serî, wê demê xwe wekî bazekî azad hîs dike û naxwaze ji wan bilindahiyan xwe berde deşt û newalên kûr û dûr. Li gorî min bihîst navê te bi çîrokeke kevnar ji nava rûpelên dîrokê dikişe wekî avzêmê diherike gerdena axa pîroz. Ji ber vê yekê ez dixwazim tevnê çîroka te hêdî hêdî li teşiya dilê xwe ba bidim û jê gelek dîmen û wêneyên bi reng û deng biafirînim. Rojek ji rojên zivistana sir û seqem, li her deverî ba û bablîsokê kirasê xwezayê jê dişehitand û pelçemên daran bi xwe re direvandin ber bi dol, çiya, dehl û deviyên asê ve werdikir. Hêdî hêdî û hûr hûr berfê lêdikir û dixwest ku bi cil û bergên xwe yên spî, pîr û pak erd û ezman bixemilîne, ji ber ku wekî em dizanin zivistan bi berf û seqema xwe ji hemû demsalan cudatir e, lewma hemû alem berî ku bikevin demsala zivistanê ji her milî ve amadekariya xwe dikin.
Ji her milî ve gundî amadekariyên xwe dikin ji ber ku her zindî û ajalên di nava vê xwezayê de dijîn ji her milî ve tedbîrên xwe dibînin û dikevin hêlîn û cihê xwe heta ku çilê zivistanê di ser wan re derbas bibe.
Ji ber vê yekê weke me di serî de got; navê Çiyayê Zengil ji navî gundê Zengil tê. Ev gundê ku dikeve pesara çiyayê ku dû re bi navê wî gundî tê binavkirin û cihê gund dikeve raserî bajarê Şeladizê yê dikeve ser ava Zapê û pêşberî çiyayê Kurê Jaro, ji milê Bakur ve û ji Rojhilat ve berê gund dikeve devera Berzan û Çiyayê Şêrîn.
Gundê Zengil, xwedî cihekî girîng û dîrokî ye. Ji ber wê yekê li gorî ku rûspiyên vî gundî dibêjin; rojek ji rojên zivistanê yê bi sir û seqem, berf bi qeflatan dibariya ser rûçikê axê, her deverê di nava spîbûna xwe de noq dikir û dorpêç dikir. Li ber çavên te xweza wekî bûkekê xemilandî bû, ji ber barîna berfa zêde erd û ezman wekî hev lêdihat. Barîna berfê her lêdikir û bêyî bêhnvedanê te digot qey ewrên berfê qubale girtine û dixwazin bi xezeba xwe hemû zindiyan hişyar bikin û sehwa xwe bera nav dilê wan bidin.
Hemû xelqê gund diketin nava liv û tevgerê ji bo ku çareyekî ji vê belaya ku dibare ser serê wan û gundê wan û her yekî bi awayekî tedbîrên xwe digirtin lê di dawiya dawiyê de bi ser neketin, çiqas berfê ji ser banên xwe diavêtin jî, piştî demeke kurt dîsa berf li ser wan kom dibû û te digot qey te berf ji ser ban neavêtiye. Ji hemû xelkên xwediyên gund zilamekî rûspî û bi emir, çareseriyek ji xwe re dît ku biriya wê mala xwe û kulfetê xwe ji mirinê rizgar bike. Mirovê aqilmend rabû zengilek li ser banê xaniyê xwe bi dareke xweşik ve girêda û asê kir, li ser dengê zengil dizanibû ku berf çiqas li ser banê xaniyê wî kom bûye û çiqas ku dengê zengil qut dibû, radibû ser xwe û bi bayê bezê wî û kurê xwe berfa li ser banê wan kombûyî diavêtin û bi vî rengî û li pey hev karê xwe didomandin û wekî hişedaran her carê kur û bavê xwe hev diguhertin, heta ku rojê bi tîrêjên xwe erd û ezman dorpêç dikir û barîna berfê hêdî hêdî radiwestiya. Lê dema ku dinya hêdî hêdî vedibû mirovê rûspiyê gund çavên xwe li derdora xwe digerand û dema dixwest li rewşa xaniyên gund mêze bike, ji bilî mala xwe saxlem û li ser piyan nedît, hemû xanî û derbanên gundiyan di bin berfê de xwaromaro bûbûn û hemû darên li ser dîwarên xanî û eywanan di bin giranbûna berfê de mabûn û xwe radestî qedera xwe dikirin.
Ji ber vê yekê gundiyan êdî nema xwe li gund digirtin û hemûyan piştî wê zivistana zor û dijwar malên xwe ji gund bar kirin, berê xwe dan bajarê Şeladizê û ji wê rojê û şûn de navê çiyayê ku gund li pesara wî bi cih dibû bi navê Çiyayê Zengil hat binavkirin û tişta herî balkêş ji xweşikbûnên vî çiyayî ew e ku li navsera vî çiyayî tehteke mezin heye û di hindirê tehtê de kunek vebûye. Dema ku roj nû derdikeve ji mirovê ku li rûbirûyê vê tehtê sekinî re roj xuya dike wekî ku guleke sor ji nîva wê kunê bibişkive, şewqa xwe dide her deverê.
Erê ez bawer im me bi riya gotin û peyvên xwe, karîbû ji we re hinek rastiyên heyî bi lêv bikin berî ku bêdengiya şevê û pêlên tarîtiya zilumat me bi hêz û taqeta xwe re ber bi dinyaya bê tixûb ve dûr û kûr birevîne wekî derbasbûna dem û çaxan.