32. Mîhrîcana Govendê ya Kurdistanê îsal li bajarê Hannoverê ya Elmanyayê hat li darxistin. Bi sedan lîstikvanên govendê li ber Stasyona Trenê ya Hannoverê li hev civiyan û bajar bi rengê Kurdî xemilandin. Lîstikvanên govendê yên ji gelek bajarên Elmanya, Fransa û Swîsreyê li hev civiyan, li ber dahol û zirneyê govend gerandin.
Piştre meşa Mîhrîcanê dest pê kir. Bûka ku li hespa bi rengên kesk, sor û zer hate xemilandin siwar bû, li pêşiya kortejê bû. Li pişt wê jî girseya gel meşiya.
Lîstikvanên govendê bi çepik û tilîliyan xwe gihandin Navenda Çandê ya Pavillon ku pêşbirka govendê lê pêk hat.
Bi navê Komîteya Amadekar Hevberdevkên TEV-ÇAND’ê Bulent Tûran û Xezal Ertaş destpêkê axivîn.
Ciwan xwedî li çandê derkevin
Hevberdevkan diyar kirin ku Mîhrîcan di nava çanda Kurdistanê de xwedî girîngiyeke mezin e û gotin, “Yên ku xwedî li vê çandê derkevin ciwanên me ne.”Ji Navenda Çanda Demokratîk a Kurd a Hannoverê Ayfer Amara û Ciwan Çewlik axivîn, kêfxweşiya xwe ya ji ber malovaniya Mîhrîcanê anîn ziman û ji beşdaran re serketin xwestin.
Pîştî meş û axaftinan di mehrîcanê de 26 kom ji bo yekemîniyê derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. Destpêkê komên govendê yên zarokan Koma Cangorî û Koma Mam Zekî derketin ser dikê.
Dîlana Roj Arya bû yekem
Ji 26 komên ku ketin pêşbirkê koma ji zilaman pêk dihat koma Dîlana Roj Arya ya Parîsê bi govenda herêma Amedê bû yekem. Koma jinan a Dîlana Roj Arya ya Parîsê bû duyem û koma Şiyar a Salzgiter rê jî bû sêyem.
Koma Baran a Kolnê jî ji ber lêkolîn û pêşkêşkirina cil û bergên herêma Colemêrgê xelata yekem wergirt.
Xelata taybet a jûrî ji bo Koma Rengîn a Darmstadt û koma Deran a Lînburgê hat dayin.
Di Mehrîcanê de însiyatifa Halîm Dener a Hannover, YXK Hannover, Heyva Sor û gelek saziyan dezgehên xwe vekirin.
HANNOVER