
Piştî ew çend pêkutî û zextan, piştî berhevkirin û binçavkirina du mehên din kovara Hawara Botan bi şopdariya Melayê Cizîrî û Celadet, bi hejmara xwe ya nû ango ya sêyemîn bi biryarî domand û bi xebatek bi reng û mîna gulberfînê, çawa ku li hemberî barîna berfê serînatewîne û di qelîşteka berfê de serî radike,Hawara Botan jî li hemberî hemû zordestiyan serî netewand û bi biryarî derket. Êrîş û zextên bê edaletî ku bi biryara komkirina hejmarên derbasbûyî de hatîn dayin bandorek mezin li ser têkoşerên komînê kir ku karê dikin ka çiqas wisa pîroz û bi wate ye. Her wiha bêhtirîn xwe xwedî berpirsiyariyek mezin dibînin û bêhtirîn giringiyê didin xebatên xwe. Kovarê careke din jî diyar kir ku wê tu astengî nekaribe pêşiya xebatên komînê bixetimîne û rawestîne.
Ziman ne azad be!
Ji bo ku em bawer dikin ku gava zimanê gelekî ne azad be ew gel jî tu caran ne azad e, bi çi awayî dibe bila bibe,gava ku ziman bimre,gelê wî zimanî jî hêdî hêdî ji qada dîrokê wenda dibe ji bo ku ziman kûrahiya Dîrokê tê û ziman mirov bi xwe ye. Her çiqas rewşa zimanê me xirap jî be û li ber bi windabûyînê re rû bi rû jî be û di xetereyê de jî be gerek li her qadê divê em bi zimanê xwe yên dayîke em bipeyîvin hîn bibin û binivîsin daku hejmara Kurdî axifan roj bi roj zêde bi be û bibe zimanê kolan û bazare.Di kovarê de dîsa çîrok, helbest, nivîsên li ser dîrokê, nivîsên li ser çand û ziman cih girtine.
Her wiha jî hevpeyvîna bi sernivîsa "di Welatek biyanî de jiyanek bi rûmet" bi civaknas û dîroknas Zekî Ozmen re hatiye kirin. Hevpeyvîna ku Ozmen gotiye û bi gotina xwe re jî xemginiya xwe bi lêv kiriye ku berhemên ku bi Kurdî tên weşandin ango pirtûkên bi zimanê Kurdî tên weşandin salê kêmî sed û pêncî ne li ser vê gotiye ger mirov hesabe matematîkî bike serê çend sed hezar Kurdî berhemek dikeve û wiha domandiye û gotiye; "rastiyek heye ku hêj zimanê Kurdî nebûye zimanê perwerdehiyê û ne jî zimanê bazarê". Nivîskarên bi vî karî radibin fedekariyekê dikin.
'Hêvî her tim ronî ne'
Ligel gelek nivîsên qedir bilind jî ji qedroyê kovarê jî Ceng Hêvîdar bi çîrokekî xweş bejdar bûye. her wiha nivîskar û civaknas Mihemed Ronahî bi gotareke li ser dîroka Şaristaniya Merwaniyan di kovarê de cihê xwe girtiye. Her çi qasî girtî jî be ji kadroyê kovarê Mîrza Ronî wekî gotiye: "Zîndan her çi qasî tarî bin jî, hêvî her tim ronî ne" jî bi lêkolîneke di derbarê Dengbêj Evdalê Zeynikê de di kovarê de cih stendiye. Kovarê komkujiya ku li Roboskê hatî kirin jî ji bîr nekiriye û ji edîtor ve hatiye bi bîranîn û şermezar kirin û êşa gelê me yê liwir jî parve kiriye. Her wiha bi wêneyê bergê yê kovarê ê hundir bal kişandiye ser xebatên atolyeyên zimên yên Kurdî-dera Cizîrê jî. Wekî din bi piranî kesên nû tevli nivîskariya kovarê hatine kirin. Wekî ku ji aliyê xebatkarên kovarê ve hatî diyarkirin; wan giranî daye nivîs û nivîskarên ji herêma Botan.
BAGER BOTANÎ - DÎHA/ŞIRNEX